Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be

img
 
AMED – Koma Hinek Henek dê 3 rojan li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma'yê li pêşberî şanohezan be.
 
Koma Hinek Henek dê 29-30-31'ê Tîrmehê de bi bernameyên taybet û skecên nû li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma'yê ya semta Dîclekent a navçeya Pêyasê li pêşberî şanohezan be. Kom dê her roj bi 6 skêcên cuda derkeve ser dikê. Ji niha ve lîstîkvanên koma Hinek Henekê bi kelecan li benda temaşevanên xwe ye.
 
Şanoger Berfîn Emekdar ku têkildarî bernameya taybet axivî bi lêv kir ku serdema îsal a şanoyê bi dawî bûye lê jı berdaxwaza temaşevanan plansaziyek bi vî rengî çêkirine. Emekdar diyar kir ku dê cara ewil li sahneyek servekirî skêcên xwe pêşkeş bikin. 
 
LI BENDA TEMAŞEVANAN E
 
Emekdar da zanîn ku kampanyaya ‘Bîlêtê diyarî’ jî dane dest pêkirin û got: “Kesên ku li Ewropayê dijîn û nikarin werin lîstîkê temaşê bikin bîletên diyarî dikin û bi wan bîlêtên diyariyê jî kesên bêderfet tên lîstîkê temaşe dikin. Piştgiriyek wisa jî heye û ew yek ji bo me jî kêfxweşiyek mezin e.” Emekdar diyar kir ku kapasîteya baxçeyê eywana Zarok MA'yê 450 kes e, lewma jî li benda temaşêvanên xwe ne û wiha domand: “Em ê rojê 6 skêcan bilîzin. Lîstîkên nû û yên li ser youtubê parvenekiri jî hene, me kêşanê wan kiriye lê temaşevanan hê ew nedîtine. Skêcên me dê bêkêşan werin lîstin. Banga me ew e ku temaşevanên me werin xwedî li çanda xwe û zimanê xwe derkevin.” 
 
Skêcên ku dê sê rojan bên lîstin ev in:
 
*29 Tîrmeh: Timarxane -Xalê Şêro, Olîmpos, Ne Komîk, Perê û Hîvê, Îşê Te Pê Çi Ye (20:30)
 
•30 Tîrmeh: Navê Zarokan, Olîmpos, Perê û Hîvê, Xalê Şêro, Ne Komîk, Îşê Te Pê Çi Ye (20:30)
 
•31 Tîrmeh: Timarxane, Silêmanê Pêxwas, Mulaqat, Xalê Şêro, Ne Komîk, Îşê Te Pê Çi Ye (20:30)