Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan

img
AMED - Hinek Henek li dika servekirî ya Zarok Ma'yê derket pêşberî şanohezan. 
 
Hinek Hinek ku ji ber germahiya havînê navber dabû şanoyê, li dika servekirî ya Zarok Ma'yê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê derket pêşberî şanohezan. Koma Hinek Henekê ku wê 2 rojên din jî li dika servekirî bilîze, îro bi skêcên "Timarxane", "Xalê Şêro", "Olîmpos", "Ne Komîk", "Perê û Hîvê" û "Îşê Te Pê Çi Ye" derket pêşberî şanohezan. 
 
Şanohezan baxçeyê dika servekirî tije kir.
 
Bernameya îro skêca "Olîmpos"ê dest pê kir û bi ya "Îşê Te Pê Çi Ye" bi dawî bû. Di dawiyê de hemû lîstikvan derketin ser dikê û temaşevan silav kirin. Temaşevanan jî bi çepikan kêfxweşiya xwe da der. 
 
Bernameya sibê ya Hinek Henek saet di 20.30'yî de dest pê dike. Sibê dê ev skêc bên lîstin: "Navê Zarokan", "Olîmpos", "Perê û Hîvê", "Xalê Şêro", "Ne Komik" û "Îşê Te Pê Çi Ye".