Li Wanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike

img
WAN - ŞanoWan xwe ji 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ku dê gelek komên şanoyê tev li bibin û di navbera 23-30’ê îlonê de bê lidarxistin re amade dike. 
 
Li Wanê ŞanoWan a ji sala 2017’an ve xebatên xwe dike wê di navbera 23-30’ê îlonê de bi dirûşmeya “Ew roj wê hile, ew bihar wê bê” 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê pêk bîne. Ji bo mîhrîcana ku wê li ser dika ŞanoWan ya li Perîhan AVM ya li navçeya Îpekyolu ya Wanê 8 rojan berdewam bike, amadekarî hatin destpêkirin. Têkildarî mîhrîcana ku wê 10 lîstik lê bên lîstin li gelek cihên bajêr afîş hatin daliqandin. 
 
Mîhrîcan wê bi lîstika “Jiyan ji te pir hez dikim (Hayat Seni Çok seviyorum) a nivîskar-helbestvan Îlhan Samî Çomak ê 28 sal in di girtîgehê de ye nivîsandî dest pê bike û wê bi lîstika “Hay lo dîsa tev li hev bû” ya ŞanoWan dê bilîze bi dawî bibe. 
 
Lîstikvana ŞanoWanê Bêrîvan Bûdakbeyoglû, diyar kir ku bi 4 kesan xebatên mîhrîcanê bi rê ve dibin. Bûdakbeyoglû, destnîşan kir ku pir bi kelecan in û bi lêv kir ku girîng e ku bi listîka “Jiyan ji te pir hez dikim” a nivîskar-helbestvan Îlhan Samî Çomak dest bi mihrîcanê dikin. Bûdakbeyoglû xwest ku hem beşdarvan hem jî temaşevan bi cilên herêmî tev li roja destpêkê ya mîhrîcanê bibin û got: “Eleqeya gelê me ji niha ve zêde ye. Ji roja me ev der avakiriye ve ji xwe eleqeyeke gelê me ya zêde hebû. Ji ber vê yekê me jî biryara da ku ji bo gelê xwe mîhrîcaneke wiha pêk bînin.” 
 
BANGA TEV LI BÛNA MÎHRÎCANÊ
 
Bûdakbeyoglû, diyar kir ku lîstikeke din a girîng ku dê di mîhrîcanê de were lîstin jî, lîstika “Jineke hişyar dibe ye” û wiha axivî: “Ev lîstik di rastiyê de dê di warê cih û pozîsyona jinê ya civakê de diyarker be. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelek jin xwe di wê lîstikê de bibînin. Lîstikeke serkeftî û xweş e.” Bûdakbeyoglû, destnîşan kir ku dê mîhrîcanê bi lîstika “Hay lo dîsa tev li hev bû” ku dê ŞanoWan bilîze bi dawî bikin û bang li herkesê kir ku tev li mîhrîcanê bin. 
 
BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ
 
Bernameya mîhrîcana ŞanoWanê wiha ye: 
 
“*23’yê îlonê roja înê saet di 19.00’an de wê pêşengeha Kulîlkên Hişk bê vekirin. 
 
* 23’yê îlonê roja înê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Jiyan ez ji te hez dikim’ bê lîstin.
 
*24’ê îlonê roja şemiyê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Jiyan ez ji te hez dikim’ bê lîstin.
  
*24’ê îlonê roja şemiyê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Serbaz’ bê lîstin. 
 
*25’ê îlonê roja yekşemê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Jinek hişyar dibe’ bê lîstin.
 
*25’ê îlonê roja yekşemê saet di 20.00’an de wê pêşandan dansê ya bi navê ‘Pirimis’ bê pêşandan.
 
*26’ê îlonê roja duşemê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Tu ne Gara yi’ bê lîstin. 
 
*26’ê îlonê roja duşemê saet di 20.00’an de wê ‘Buka lekî’ bê lîstin. 
 
*27’ê îlonê roja seşeme saet di 15.00’an û 20.00’an de wê lîstikvanên Hinek Henekê dê derkevin ser dikê.
 
*28’ê îlonê roja çarşemê saet di 15.00’an de jî dê lîstikvanên Hinek Henekê derkevin ser dikê.
 
*28’ê îlonê roja çarşemê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Dek u dolaben Scapen’ bê lîstin. 
 
* 29’ê îlonê roja pêncşemê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Dek u dolaben Scapen’ bê lîstin. 
 
*29’ê îlonê roja pencşemê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Tenê ez’ bê lîstin. 
 
*30’ê îlonê roja înê saet di 20.00’an de wê bi lîstina lîstika ‘Hay lo dîsa tev li hev bû’ mîhrîcan bi dawî bibe.”