'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!

img
AMED - Pênc berhemên Berhevkar Rêdî Seîd ku ji 212 çîrok, xebroşk, destan û serpêhatiyan pêk tê bi navê "Werzeba" weke set ji hêla Weşanên Wardozê ve hatin çap kirin. 
 
Weşanên Wardozê, ligel krîza aborî û buhabûna kaxezan xebatên xwe didomîne û di warê folklorê de berhemeke hêja yî din gihand ber destên xwîneran. Wardozê bi berg û dîzayneke xweş, bi navê "Werzeba" seteke ku ji 5 pirtûkan pêk tê çap kir. Di "Werzeba" ya Berhevkar Rêdî Seîd de, çîrok, xebroşk, destan, serpêhatî û pêkenok cih digirin. 
 
Berhevkar Rêdî Seîd, ji sala 2008'an heta sala 2015'an li bajar û navçeyên Êlih, Riha, Hewag, Wêranşar, Sêwreg, Dîlok, Amed, Edene, Qoser, Qers, Dîgor, Qaxizman û Goleyê digere vê xebatê berhev dike. Berhevkar Rêdî Seîd, her çiqas berhevkariya xwe li van bajaran kiribe jî gelek çîrokbêjên ku ji wan çîrok guhdar kirine ji Hezro, Semsûr, Nisêbîn, Farqîn, Midyad, Misirc, Sirûc, Berwarî, Elezîz û Cizîrê ne.
 
Ev xebata berhevkirinê ku bi tenê guldesteyeka biçûçik e ji zargotina kurdî, ji pênc pirtûkan pêk tê. Di seta "Werzeba"yê da; çîrok, xebroşk, destan, serpêhatî, pêkenok û hwd cih digirin. Ji 50 kesan 212 berhem hatine tomarkirin û nivîsîn.
 
Rêdî Seîd nêzî heft salan mîna derwêşan li gundan û civatan bû mêvan û wî ew berhemên mîrateya gelê kurd ya devkî qeyd kirin, bi baldarî deşîfre kirin û li ser kaxizê raxistin, ango ew ji mirinê rizgar kirin.
 
'XWEZÎ EZ ZÛTIR BI ZARGOTINÊ BIHESIYAMA'
 
Berhevkar Rêdî Seîd, di pêşgotina seta "Werzebayê" de wiha dibêje: "Di pêvajoya vê xebatê da, min fam kir ku kurd ji bo berhevkarîyê dereng mane. Çinku dema ez diçûm kîjan bajarî û gundî, fam dikirin ku ez li çîrok û kilaman digerim, hertim digotin, 'xwezîka filankeso li vir bûya, dê ji te ra sê roj û sê şevan li ser hev bigota, ancax tu yê jê aciz bibûya.' Heta niha ez qet li rastî hosteyekî ku sê roj û sê şevan li ser hev qala meseleyan bike nehatim. Xwezî ez zûtir bi zargotinê bihesîyama û min xwe bigihanda wan zarbêjan, lê çi feyde dara xwezîyê şîn nayê. Ev rastî, li ber çavan e; ku çiqas kal û pîrên me dimirin gelek berhemên wekî çîrok, xebroşk, çîvanok, çîrçîrok, mesele, metelok, mamik, serpêhatî, pêkenok, tiştanok, zûgotinok, lorîk, stran, nifir, biwêj, gotinên pêşiyan û dermanên kurmancî, navê kulîlkan ku bi hezar salan e di hişê xwe da girtine, bi xwe ra dibine gorê..."
 
"Werzeba" bi wêneyên bergê û wêneyên berîya her çîrokekê jî balê dikişîne. Wêneyên bergê û yên di nava pirtûkê de hatine bi kar anîn tev ji hêla Wênesaz Melanie Wickhamê ve hatine xêz kirin. Berhevkar Rêdî Seîd, seta "Werzebayê" ku edîtoriya wê Bahoz Baran kiriye diyarî diya xwe Xecê, keçika xwe Guldemê û zarokên ku ji perwerdeya zimanê zikmakî bê par mane dike. 
 
RÊYA ÇÛN Û NEHATINÊ
 
Ji seta "Werzebayê" pirtûka "Rêya Çûn û Nehatinê", ji 240 rûpelan pêk tê. Di vê pirtûkê de 47 çîrokên ji zar û zimanê çîrokbêj; Mihemed Şerîfê Cimê Xelê, Elîyê Cimê Xelê, Bedlê, Mehmûdê Mihemedê Ferîcê, Songula Qîza Ferhanê Çelo û Mihemedê Zelyeyê hene. 
 
GULA PERÎYAN
 
"Gula Perîyan", ji 228 rûpelan pêk tê. Di vê pirtûkê de 45 çîrokên ji zar û zimanê çîrokbêj; Pîra Eyşanê, Miheremê Hecî Remezan, Cemîlê Debranûş, Sewgula Mihemed, Kewsera Debranûşê, Himraya Evdo û Cengizê Himrayê hene.
 
MIN XEWNEK DÎT
 
"Min Xewnek Dît" 232 rûpel e. Ji zar û zimanê Eyûbê Îsa, Mihemed Elîyê Şikûlî, Hemedê Şevîq, Xabûşa Mizarê, Hemê Guldaş, Aydîn, Hec Xelîl, Ûsiwê Derwêş, Nûsretê Soro û Ehmedê Saedîn 44 çîrok, destan û xebroşk hene. 
 
HÊKA KELANDÎ Û NOKA KELANDÎ
 
"Hêka Kelandî û Noka Kelandî" 248 rûpel e. Herî zêde çîrokbêj di vê berhemê de hene. Ji zar û zimanê Reşîdê Evdilkerîm, Osmanê Evdilkerîm, Misoyê Xezo, Ehmedê Ezîz, Mehmûd Ozaydin, Mihemed Qilay, Kemalê Mehmûd, Sebriyê Qentera Ereban, Emîneya Meceranê, Remoyê Kero, Ûsiwê Evdilê, Durê, Silêmanê Şêxmûs, Nûrilahê Elî, Zeynoya Hedo, Hecî Izetê Remo û Emînê Qenco 56 çîrok, destan û xebroşk hene. 
 
ROSTEMÊ ZAL Û CÎHANGÎR
 
"Rostemê Zal û Cîhangîr" ji 228 rûpelan pêk tê. Ji zar û zimanê Êvdle ê Kurê Mihemê Şobî, Evdilkerîmê Gulê, Şêxmûsê Talî, Evdîrehmanê Remoyê Şîro, Hacî Fatim, Meyrema Şikrî, Xeyc Mela, Adil, Xetîbê Tinîgê û Brehîmê Êmîlênê 20 çîrok, xebroşk û destanên Kurdan hene. 
 
Berhemên ku di vê xebatê da cih digirin hemû bi  kurdîya kurmancî ne. Di dawiya her pirtûkekê de berhevkar cih daye ferhengoka peyvên biyanî jî.
 
RÊDÎ SEÎD KÎ YE?
 
Rêdî Seîd, di sala 1983yan da li gundê Oxlanê yê bi ser navçeya Hewaga Rihayê ve ji dayik bû. Ji ber ku li gundê wan dibistan tune bû qeyda wî di sala 1988'an da li Y.İ.B.O'ya (dibistana leylî yan jî bi tirkî yatili) Hewagê dikin û heman salê ji ber çêkirina Bendava Ataturkê neçar dimînin ji gundên xwe derkevin û bi tevî nas û merivên xwe mala xwe bar dikin navenda Rihayê. Di sala 2000'an de ji Lîseya Hunerên Bedew a Rihayê mezûn bû. Di 2004'an da li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetîya Wêneyan kuta kir û piştî vê di 2009'an da li heman beşê mastera xwe qedand û di 2018'an da li heman zanîngehê di Beşa Huner û Dîzaynê da doktoraya hunerî kuta kir. Rêdî Seîdî, heta niha di gelek pêşbazîyên wêneyan da xelat wergirtine û li gel vê jî wêneyên xwe li gelek bajar û galerîyên cuda di pêşangehên kesane û hevpar da pêşkêşî bîneran kirine. Ji xeynî karê hunerê û mamostetîyê bi karê berhevkarîya berhemên zargotînê ra mijûl e, li gelek cih û warên welatî gerîyaye û heta niha gelek çîrok û kilam berhev kirine.
 
MA / Abdurrahman Gok