Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin

img

AMED - Hunermend û derhênerê sînemayê Yilmaz Guney ku bi fikr, sekn û hunera xwe di sînemaya cîhanê de rûpelek nû vekir, di hemû fîlmên xwe de rastiya civakê û jiyanê bi cîhanê re parve kir. Guney bi gotina “Êş, zext, xwîn û hêsir ne qedera gelê kurd e. Em dê deqez bi ser bikevin" her dem di dil û meşiyê gelê kurd de hevî û baweriyê ava dike. 

1'ê Nîsanê roja Rojbûna derhêner û sînemagerê kurd Yilmaz Guney e. Yilmaz Guney, bu huner û sekna xwe di dîroka huner û sînemaya cîhanê de rûpelek nû vekir. Guney, hem bi hunera xwe û hem jî bi sekna xwe ya siyasî cihê xwe yê nemir di hiş û dilê kurdan de ava kiriye.  Yilmaz Guney di 1'ê Nîsana 1937'an de li gundê Yenîceyê ya bajarê Edenêyê ji dayik bûye. Ew yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Kurd e. Bi navê xwe yê rast Yılmaz Putun e. Lê ew wekî Yilmaz Guney tê naskirin. Yilmaz dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê xwend. Ew hêj di 9 saliya xwe de dibe karker û dest bi karê komkirina pembo dike. Lê dest ji xwendinê jî bernade. Li Enqerê zanîngeha hiqûqê dixwîne û li Stembolê jî fakulteya aboriyê dixwîne. Di salên xwendinê de çîrokan û senaryoyan dinivîse. Ew li ser trajedî û drama gelê xwe radiweste. Di dema xwendina xwe desenarîstê Tirk Atif Yilmaz nas dike. Di sala 1957'ê de dadgehê ji ber karên siyasî derbarê wî de 7 sal û nîv cezayî zîndanê û 2 sal û nîv jî cezayê mişextê birî. Dadgeha temyîzê biryarê hildiweşîne dike sal û nîvek zîndan û 6 meh jî cezaya mişextê. Yilmaz Guney ji ber vê sedemê dibistanê naqedîne.  Guney dibêje “Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, qanûnên jiyanê yên tund in, zextên civakî ne, xayîntî ye û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e."
 
Wî di navbera salên 1957 û 82'ê bi dehan fîlm amadekirin û di deham fîlman de jî beşdarî kir. Ew, di sala 1972'an de careke din bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan. Yilmaz Guney ji ber sivikatî li hemberî wî kiriye, dozgerê Yumurtalikê kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate darizandin. Di sala 1981'ê ji girtîgeha Spartayê reviya û derkete Ewropayê. Yilmaz Guney, di 9 îlona 1984'an de, hêj 47 salî bû, li Fransayê koça dawî kir. Derhêner û sînemakarê kurd di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe hişt. Wî di fîlmên xwe de, balkêşa ser tengezariyên jiyana gelê Kurd. Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982'an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê Yûnanî Costa Gavras re, xelata Palmiyeya Zêrîn parvekirin. Di vê qonaxê de û hetanî sala 1968'an Guney bi lêstika xwe di filîman de bû stêrka herî geş di sînema Tirkiyê de. Daxwaza rabûna bi rolên sereke di filîman de êdî ji hemû aliyan ve jêre hatin; ne tenê ji derhêner (rêjîsor) û filîmçêkerên arzan û nenas ve, herwise ji yên navdar û xwedî tecrubeyên mezin ve jî jêre hatin. 
 
Yilmaz salê herî kêm di 10 filîman de rolên sereke dilîstin. Di nava 5 salan de wî di 60 filîmî de lîst. Guney di fîlmên weke: "Çemê sor", "Kujerê ku bû qurban", "Bizina reş", "Teyrê brîndar", "Her ku dimirim dîsan dijîm", "Gurê çiya Koçero", "Tanî dilopa dawî ji xwînê" û gelek fîlmên din. Guney bi gotina “Êş, zext, xwîn û hêsir ne qedera gelê kurd e. Em dê deqez bi ser bikevin" her dem di dil û meşiyê gelê kurd de hevî û baweriyê ava dike. 
 
'WÎ RASTIYA KURDAN BI CÎHANÊ RE PARVE KIR'
 
Der barê jiyan û kesayetiya Yilmaz Guney de nivîskar Dr. Îbrahîmê Mehmûd, li ser jiyan û berhemên Guney lêkolîn kir û di gotara xwe de wiha dibêje: "Ez bêtirs dikarim bêjim, ku Yilmaz, ev xortê başûrî yê vînpolat, bi serblindî kete rêza wan mêrxasan de, yên ku bi xebat û helwêstên xwe ve, rûpelên zêrîn di dîroka mirovayetiyê de vekirine. Zindanê tu bandora neyênî (nêgatîv) lê nekir. Dibe ku bi pêçewane (bi berevajî wê, eksê wê) ew hîn xwirtir û mukurtir kir. Da ku rêya  dabû pêşiya xwe, tevî çetnahiyan jî, bibe serî! Loma jî em dibênin, her di nav wan quncên reş û tarî de, dest bi nivîsandina romana xwe a navdar "situxwar mirin" kir." 
 
Mahmut, di nivîsa xwe de tîne ziman ku Yilmaz Guney di zindanê de bû nivîskar û hunermendekî xwedî bawer û rêalîsperest û wiha cih dide nivîsa xwe: "Di vî warî de, ew wise dibêje 'Zindanê hîç bandoreke neyênî li min nekir… bûyerên çîroka ku min nivisandbû, ji rastiya jiyanê hatibûn. Min li gor ezmûna (tecruba) xwe û hevalên xwe, bi dilsozî (emanet) rûdan şirove  kiribûn…Ji wê çaxê ve û di hemû xebatên xwe de, yên edebî û sînemê, min xeta rêalîzmê parast û bûme dilsoz wê…' Gelek dijminên Guney û di nav wan de jî hin rexnegirên sîmema burjwazî, nav û naveroka wan filîman, yên vê qonaxa seretayî di jiyana wî de, bi xerabî li qelemê dan û ew weke Filîmên “bazirkanî yên arzan (Mîlodramî) û bê wate“ nîşan dan; wan dixwest vê yekê wek çek dijî kesayetiya Yilmaz bikar bênin, da ku navê wî xerab bikin û rê ya serkevtinê li pêşiya wî bibirin!! Bêguman ew helsengandin û nirxandin gelekî dijwar û ne rewa (neheq) bû, ji ber ku filîmên Guney herçiqas bazirganî bûn jî, lê ew bi tu hawî ne weke yên “Hwlyod” û yên tirkî bi wateya milodramî bûn. Bi dîtina min, di wan de awazeke taybet – awaza Ganey û perwerdeya wî a zaroktî û civaka wî – hebû. Ji bilî wê jî, rastiyke  pirî  giring heye,  pêwiste em jibîr nekin û careke din bi bîr bînin. Armanca sereke a Guney ji lêstika di wan filîman de ew bû, ku nav û dirav ( mal) peyda bike, daku bikaribe di pêş de û serbixwe hemû bîr û ramanên xwe yên ku bi dem û tecrubêre di mêjiyê wî de di meyan, pêk bîne.  Guney dixwest jiyana kurdan a rojane, karakterê wan yê milî, welatê wan yê bi sirûşta xwe ve bedew û çiyayên wê yên bilind û asê bi rêya navê filîman û qehremanên wan û helbijartina cihên rûdana bûyeran nîşan bidê…Ji ber perwerdeya malê a hişk, bingeha wî a milî û serpêhatiyên ku bi çavên serê xwe dîtibûn, wî dikarîbû êş û derdên civakê ji hundir ve şirove bikê û tiştian bi nav bike, ango tiliya xwe deyne ser birînê! Filîmê  “Koçero“  Ev filîm bişêweyekî indîrêkt (ne yekser) jiber tirsa sansura tirkî a dijwar - serpêhatiya  qehremanê kurd ê gelêrî, ku tanî mirinê dijî desthelatdarên tirkan şer kiribû, dike. Ma gelo kî ji kurdan navê Koçero û efsana mêrxasî û  şerê wî dijî tabûrên leşkerên tirk, ne bihîstiye! Ji bilî wê jî di filîm de çîrokeke avîndariyê a sade û di heman wextê de jî sert û bê nemûne, ku ew tenê dikare di civakeke wek a kurdan de bi hemû nakokiyên xwe ve rûbide, heye! Yilmaz bi hostayetî hemû êş û derdên jina kurd a ku ji hemû mafên xwe bêpaare di kesayetiya qehremana filîm de nîşan dide. Dîsa filîmê  "Zakonên  sinûr"  Bûyerên filîm bişêweyekî vekirî li ser sinûrên di navbera Tirkiyê û Sûrî de pêktên; rûdan (bûyer) nîşan didin, bê çawa ew xeta ku li erdê kurdan xistine û li herdû hêlên wê mîn û bombe çandine bûne sedema êş û birînên yek miletî ku di nav du dewletan de hatiye parçekirin. Ji neçarî,  jibo xwejiyanê û gelek caran jobo serdana xizim û kesên nêzîk, xelkê deverê xwe li nav bomban dixin, lê di encam de, weke ku filîm diyar dike salê bidehan mirovên kurd li ser herdu aliyên sinûr têne kuştin û birîndarkirin. Filîm eşkere nîşan dide,  ku ew sinûrên di navbera kurdan de, dijî vîna wan hatine danîn û bûne bingeha belengazî, bindestî û ne aramiya jiyana wan." 
 
Mahmut, bal dikişîne ser naveroka fîlmên Guney û wiha didomîne: "Bi vî hawî em dikarin  bêjin, ku naveroka piraniya filîmên Güney ên mayin jî li ser babetên jiyan û civaka kurdan bûn…Bûyerên filîman bigiştî li kurdistana bakur (tirkiyê), li nav deşt û çiyayên wê yên bilind û asê de dihatine kişandin; jiyana xelkê çiyayî (ma gelo çiyayî kî ne? Gereke em tucarî ji bîr nekin, ku tanî vê rojê jî toraniyên tirkan navê “Tirkên çiyayî“ li me kurdan dikin û bi wê yekê hewil didin hebûna me a milî wenda bikin), mêraniya wan û girêdana wan bi axa xwe ve nîşan dida!  Gelek caran dema ku ew bi hêrs diket û aciz dibû, dest di avête tembûrê û  stranên  kurdî yên mêranî û navtêdanê digotin…Min ev nehênî (siir) jî vê paşiyê fam kir; jiber stranên kurdî bêhna wî fereh dikirin û damarên wî sist dikirin.Wî hemû kîn, êş û derdên di henavê xwe de bi rê ya stranan derdixist".
 
ÇIROVEYA LI SER ÇEND FÎLMÊN GUNEY
 
Mahmut, çend fîlmên Guney wiha şirove dike: "Ji bilî  wê jî û tenha  weke nimûne,  ka em guh li  gotinê hin  ji hevalên wî sebaret (derheqa) bi asil û nêzîkbûna wî ji miletê wî re, bigrin. Di gotareke xwe de, derhênerê tirk ê navdar Ardîn Kîral * nivisandiye: “Yilmaz, tê hejmartin lawekî payebilind yê miletê xwe. Dema win temaşeyî filîmên wî bikin, win vê rastiyê dibênin; herwise win bi zelalî dibênin, bê ew çiqasî nêzîkî miletê xwe ye, di nav de dijî û bi dilê xwe yê mezin ji wan hez dike" 
 
Wê çaxê rojnameyan gelek tişt di derheqa wî de nivîsîn; tenê bo nemûne em çend gotinan li vir bibîr bênin: “… Heger em rê li pêşiya vî xortê serserî negirin, ewê ne bikêfa me û dijî vîna me (xesip li ser me) bikeve dîroka me de! Lê hîn ji wê xerabtir jî; wê ew dîrokê li gor vîna (îrada) xwe binvîse…”, “…Ev mirovê (mexluqê) nexweşik, serhişk û xerîb ê ku li me naçê (na şibihê me) ji kuve ji me re derket?!! Ew ne di bîçim ê (rûdan, şikil) me de ye û nejî rabûn û rûniştina wî wek a me ye?!”, “…Filîmên wî pirr bi dênamîkin, tevgereke xwirt û balkêş; weke lêdan, dizî û kuştinê jî di wan de heye, jiber wê jî, netenê temaşevanên me ji wan hezdikin, belê herwise temaşevanên Europî jî ji wan hezdikin; nexasime yên Italî…” û h.w.d.  
 
Guney soz da, ku qet  nekeve rêza burjuazî û zordestan de û di jiyanê de nebe hevalbendê wan. Di derheqa vê yekê de wî gelek caran gotiye: Ez  yek ji wan kesa me yên, ku dijî çînên serdest şer dikin; pêwiste ez bidime xwiyakirinê, bê ew çîna ku ez ji nav wê hatime, çawa û bi çi şêweyî û ji aliyê kê ve tê çewsandinê??
 
Li ser bingeha van bîr û baweriyan û li gor ezmûna (tecruba) xwe a ta’l di jiyanê de, nexasime ji zaroktiya xwe ve. Jiyana çotiyarî, nakokiyên civakî, birçîbûn û belengazî, bindestiya çînî û neteweyî. Yilmaz serbixwe, dûrî bandora şirkrtên bazirganî yên mezin dest bi çêkirina filîman kir, nexasime dema hinek dirav kete destê wî de.
 
Di sala 1968'an de, bi çêkirina filîmê “Seyid Xan“ Y. Guney bi ezmûna xwe a yekem di derhênana filîmên sînemê de rabû. Li gor dîtina rexnegir û pisporên sînemê, filîmê “Seyid Xan“ tê hejmartin (hesabkirin) destpêka filîmên Yilmaz yên rêalîst e,  jiber di wî filîmî de bi zanebûn wateyên civakî bi kûrî hatine nîşandan.
 
Bi rastî jî, filîmê “Seyid Xan“ rêyalîst bû, têde jiyana gundekî kurdî bi hemû kêm û kurtî û paşdemayina  xwe ve dihate xwiyakirin. Seyid Xan, qehremanê filîm (Y.Guney bi xwe bi rola wî dirabû) mirovekî gundî û belengaz bû; tevî feqîrtiya xwe, wî bêwestan û bi vîneke polat alîkariya hejarên gund dikir; dijî naheqî û bindestiyê dirabû û serê xwe li ber feyodal û zordestan nizim (ne ditewand) ne dikir!
 
Temaşevanan, cara yekem bû, ku xwe û mirovên civaka xwe di kesayetiya Seyid Xan de dîtin; jihevre digotin: ew weke filankese, yanjî bêvankese; ji filan taxê ye, yanjî ji filan gundî ye…Bi rastî ev yek, sedemekî herî giring bû ji sedemên serketina filîm! Di demeke kurt de 8 milyon kes temaşe kirin, ew di dîroka sînema tirkî de bû rêkord (hejmara herî bilind); jibilî wê jî “Seyid Xan“ di fêstîvala sînemê de li Adena, sala 1969 an xelata yekemîn “kûzê zêr” wergirt û Y.Güney jî xelata baştirîn lêstikvanê rola mêran stand.  
 
Serketina filîm ji aliyê rexnevanan ve pir bilind hate nirxandin, ta giha pileya (sewiya, dereca)  ku ew weke filîmê “Erd diheje“ yê derhênerê Italî, ê rêalîstî û navdar Lûkîno Fîskontî, bi navkirin!! Bêgoman tenê ev wekhevî, di wê serdemê de, dihate hejmartin weke xelateke payebilind!
 
 Raste “ Seyid Xan “  srkeftineke  mzin  ji Yilmaz re anî, navê wî hîn belavtir kir, layinger (sempetîzan) û temaşevanên wî hîn zêdetir kir, lê ew serkeftin têra wî nedikir! Jibo wî, ew filîm ezmûna seretayî (destpêk) bû li ser rêyeke gelek dûr û dirêj, tev astteng û êş, lê di heman demê de jî serbilindî û rûmet!
 
Di derheqa vê yekê de, wî li gelek deveran digot: ku ev filîm ne li gor hêviyên min bû û ew di gelek aliyan de qels hatibû, lê ew ezmûneke (tecrubeke) dewlemend bû; min zanebûn û derfetên xwe têde taqî (ceriband) kirin û bi rêya vî filîmî hînî nehêniyên vî pîşeyî (sin’et) bûm…
 
Lê birastî jî çarenûsa vî pehlewanê mezin paradoks (ecêb) bû! Di dema ku wî xwe jibo çekirina filîmekî nû amade dikr, dezgeha (ordiya) leşkerî (eskerî) di rê ya wî de rawstiya û daxwaz-nameya çûna eskeriyê, bi zûtirîn wext, dane destê wî…!!
 
Bêgoman wî jî, weke her xwertekî nûgihêştî, ku kaxeza eskeriyê distîne, xem û mitala ciyê xizmeta leşkeriyê dikir! Lê ev nehênî gelekî nedomand û sala 1968'an Yilmaz Putûn  birne eskeriyê, bajarê Mûşê, bajarê kurdî ê kevnare, cî û warê dayika wî, … Xizmet li vî bajarê - dilê kurdistana bakur - Netenê bextê (şensê) Yilmaz bû, belê herwise bextê miletê kurd bû jî; jiber li wir û hîn di destpêka pêvajoya berhemdariya xwe de, rewşa jiyana kurdan ji hemû aliyan ve: rabûn û rûniştin, zilm û zordarî, hêvî û daxwaz, şîn û şahî û h.d… ji nêzîkve naskir; lewra hetanî wê çaxê Yilmaz tenha dizanî ku bav û diya wî kurdin, ne zêdetir!! Lê li Mûşê wî hemû tişt di derheqa miletê xwe de dît û bû şahid li ser bûyerên jiyana rojane li wan navçeyan…Bi dîtina min wê yekê bandoreke (şopeke, ta’sireke) gelek mezin li ser nerîn, helwêst û hestên wî hişt! Ez dikarim bêjim, wî  ji wê çaxê ve bi çavekî vekirî û hişmendiyeke kûr çavdêriya jiyan û çarenûsa miletê xwe kir, lê bêyî ku derxe derve û bidengekî bilind eşkira bike!  
Wî bi zanebûn ev yek di hiş û dilê xwe de parast, da ku di qonaxên pêşde û li ser xwe (hêdî-hêdî, gav bi gav) û zêdetir bi rêya çekê xwe – kamêre û hûnera sînemê – pêşkêşî ne tenê miletê xwe, belê herwise jî nîşanî cîhanê hemûyî bide!
 
Piştî filîmê “ Seyd Xan “ û geşbûna stêrika wî di sînema tirkiyê de; û di dema ku navê wî, netenê weke lêstikvanekî lêhatî û nivîskarê sênariyo, belê herwise weke derhênerekî leheng jî, li ser zimanan digeriya û di rojnamegeriyê de dihate xwendinê, ew ji ber cavan winda bû…Xelkê tirkiyê bi hemû çînên xwe ve (Civakî, rewşenbîrî, siyasî û h.w.d.) li ser paşeroja wî gengeşe (Diskusyon) kirin û li ser çarenûsa wî li eskeriyê cudahî peyda bû: gelek ji wan li hêviya vegera wî bûn, bi hisreta ku careke din wî li ser perdeyên sînemê bibênin; û bêgoman di rêya wî re, xwe û jiyana xwe jî bibênin! Lê gelekêd mayin jî, bi dûrkrtina wî rizgariya xwe, ji dêwekî ku li ser singa wan mexel hatiye û bûye bela li ser serê wan, dîtin! Wan bi şev û roj hêvî dikirin, ku eskerî bibe sedema dûrkrtina wî ji cîhana sînemê! Yanjî kûştina wî li wir…Lê ji bextê geş re, ew hêvî û daxwazên dujminane bi cih nehatin û dilxweşiya wan dom nekir?! Yilmaz derfeta çend rojên vehesandina xwe – Jiber êşa movikên pîştê – li eskeriyê bi dest xist û mijûlî karê sînemê û derhênana filîman bû!! Tekez (ta’kîd) li ser hezkirina wî ji hûnera sînemê re û bidestxistina piçûktirîn derfet û bûyerên jiyana rojane jibo çêkirina filîman, derhênerên tirk yê navdar Ardîn Kiral di bîreweriyên xwe de li ser Yilmaz dibêje: “… jiyana vî mirovî gelekî balkêş û seyre (ecêbe)! Wî hemû jiyana xwe di zindan û awarebûnê de desrbakir; herwise bê westan û bihemû tiwaneyên (îmkanên) xwe ve dijî faşiyet û bindestiyê şer kir, bêyî ku yek rojê jî çekê (sîlah) sînemê jibîr bike “(14)!
 
Di rastiyê de jî karên Yilmaz kêmnemûne bûn; wî guh (nirx, qîmet) ne da êşa di piştê de, çavdêriya eskeran jê re û qedexekirina hatin û çûyînê…Belê wî her sê mehên vehesandina xwe jibo nexwşiyê li Istanbûlê bi kar anî û sênaryo a filîmê xwe “ Gurên birçî “ nivîsand, derhêna û bi xwe jî rola sereke têde leyist?!  Lê dema  serokatiya  eskeriyê jibo vî tiştî agehdar kirin, wan yekser rojên vehesandina wî birîn, ew bi lez û bez vegerandin ciyê eskeriya wî û siza jî kirin: ew ji nîşankirna pileya efseriyê (zabit), - tevî ku li gor qanûnê weke mirovekî xwendevanê ûnîvêrsîtê mafê wî hebû jî - bê parkirin?!
 
Piştî “Gurên birçî“ Yilmaz Güney dest bi derhênana yek ji filîmên herî balkêş “Mirovê Krêt” (Bêmirês, Nexweşik, Xwînta’l) di wê qonaxê de kir.
 
Xala bingehîn a vî filîmî çend bûyerên pêkhatiye, ku di jiyana Yilmaz bixwe de rûda bûn; Dema ew diçû dibistana seretayî, zarokên dewlemendan kenê (henek) xwe bi bîçim û gewdê wî, bi cil û bergên wî yên riziyayî dikirin…Güney bi hostayetî ew bûyer di “Mirovê Krêt” de   nîanşanî xelkê kir; jiblî wê jî bi hemû tiwaneyên xwe, hewilda ku qonaxên jiyana xwe û bi taybetî hatina wî nav cîhana sînemê nîşan bide.
 
Em dikarin bêjin, ku ev filîm weke biyografiya (serpêhatiya şexsî) a derhêner bixwe hatibû; lewra wî bi rastî rola rojnamegeriya arzan, burjuazî û paşverû a ku rojane şerê wî dikrin û asteng jêre peyda dikrin daku neghêje navdariya bilind, bi hûrgilî di vî filîmî de nîşan da. Jiber wê em dikarên bêjin, ku armance sereke a filîm eşkerekirina bêmoralî û bêbextiya civaka feyodal-burjuwazî û lêstikên wan yên qirêj û di pişt perdeyan de dijê bi sedan xortên zêrek û jêhatî, bû. Lewra jibo serketina vê armancê, Yilmaz hemû haletên sînemê: Lêstika pisporane  (profêsyonêl), wênegiriya serkeftî, mûzîka watedar û birîna  (montaj) hûnandî bikar anîbû.
 
Filîmê “Mirovê Krêt” di nav xelkê de deng da û bi razîbûneke mezin pêşwazî lê hate kirin; herkesekî ji temaşevanan, li goriya têgehêştina, ji xwe re tiştek tê de dît. Beşekî ji wan ta dawî ramana filîm bikûrî şirove nekir, lê bi kêfxweşî qonaxên jidaykbûna lehengekî lêstikvanê sînemê ji nav refen feqîr û belengazan şopandin; lê gelekan jî, bi taybetî rexnegêr û pisporên sînemê, armanca filîm a rastî têgehîştin û bi dengekî bilind mêraniya derhêner jibo nîşandana babetên wise, ku wê çaxê li tirkiyê qedexe bûn, nirxandin! Loma jî “Mirovê Krêt” di fêstîvala giştî de, li Antakiya sala 1970 ê weke baştirîn filîmê salê hate helbijartinê û Guney jî, xelata baştrîn lêstikvan ê mêr di filîm de wergirt, jibilî wê û di heman demê de jî, wî xelata baştirîn lêstikvan ê mêr a wê salê bigştî û li ser astê timamiya tirkiyê stand!!
 
Bi vî haweyî em dibênin, ku qonaxa eskeriyê jî nikarîbû rê li pêşiya Yilmaz bigre, dilê dujminên wî hênik bike û vîna wî a polat bişkîne… Belê bi pêçewane (dijberî, berevajî, bile’kis) wî sûdeke mezin ji wê tecrûbê wergirt û zanîbû çawa bikarbêne." 
 
MA / Dîcle Muftuoglu