Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn

img

AMED - Ên di hilbijartina helbestan a ji bo bîranîna wêjevanê kurd Arjen Arî pêk hat de qezenc kirin diyar bûn. Xelata helbestan helbestkarê Emerîkê Sîdîqayî girt. Xelata rûmetê jî dan TTB’ê. 

Ji bo bîranîna yek ji wejevanên kurd Arjen arî ku di 20’ê Çileya 2012’an de jiyana xwe ji dest da, 5’emîn Hilbijartina Helbestan a Arjen Arî pêk hat. Encamên hilbijartinê bi civînekê li Şaxa Hejmara 1’yemîn a Egîtîm-Sena Amedê ji raya giştî re hatin diyar kirin.  Reşo Ronahî koordînatortuya civînê kir û got wan starta hilbijartina 5’emîn di salaa 2017’an de dan.   Ronahî, diyar  kir ku dê di rojên pêş de merasîma xelat dayînê pêk bînin. Helbesta “Naemya Şîn” a  Helbestkarê  Emerîkê Sidîqayê layîqî xelatê hat dîtin. Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî layîqê xelata rûmetê hat dîtin.