Hunermend Mizgîn albumek nû derxist

img

STENBOL –  Hunermend Mizgîn bi navê “Lorîn” albumek nû derxist. Mizgîn di albuma nu de helbesta "Bihar" a Helbestvan Hafizê Şîrazî kiriye awaz û stran. Berhemên hunermendên kurd Mihemed Şexo û Abdulwahit Zaxoyî bi awazekî cuda pêşkêş dike. 

Hunermend Mizgîn albumek nû ya bi navê "Lorîn ji weşana KOM û MİR'ê çap kir. Albuma Mizgîn ya nû "Lorîn" di nava refê muzikê de cihê xwe girt. 
Mizgîn di albuma nu de helbesta "Bihar" a Helbestvan Hafizê Şîrazî kiriye awaz û stran. Berhemên hunermendên kurd Mihemed Şexo û Abdulwahit Zaxoyî bi awazekî cuda pêşkêş dike. Mizgîn, stranên “Azadî Şêrîn, Ez Kurd im, Bilbillo, De Dilo, Dayê, Şahîno, Dilo Ez Bimrim, Welcome Delal û Bihar” komî ser hev kir û di vê albumê de distrê. Berhemên tarza pop, folklorik, klasik anonîm cih digirin.