Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da

img

MUGLA – Helbestkar Ulku Tamer ê ji nexweşîna penceşêra pişikê dihat dermankirin di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. 

Helbestkar, rojnameger, lîstikvan û wergervan Ulku Tamer ê ev demek bû nexweş bû di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Tamer ê li taxa Turgutreîs a girêdayî navçeya Bodruma Muglayê bi hevjîna xwe Neslîhan re rûdinişt, ev demek bû dermankirina nexweşîna penceşêra pişikê didît. Dê cenazeyê Tamer li Goristana Gumuşluk a Bodrumê bê definkirin. 
 
Tamer yek ji helbestkarê bi nav û deng ên Tirkiyeyê bû. Bi ser 70’î re pirtûk wergerand û li gel ontolojiya helbestan, gelek helbestan nivîsand. 
 
TAMER LI DÎLOKÊ HAT DINÊ 
 
Tamer di sala 1937’an de li Dîlokê hat dinê û zarokatî û dibistana seretayî li Dîlokê qedand û xwendina xwe ya asta bilind jî li Stenbolê temam kir. Piştî ku Tamer di 1958’an de ji Koleja Robert mezûn bû dest bi xebatên helbest û wêjeyê kir.