100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx

img
STENBOL - 100 jinên bi armanca bertek nîşanî fermana Serokatiya TBMM ê nehişt hunermendên şanoya jin derbikevin ser dikê, di Şanoya Kenter de derketin ser dikê  û gotin: “Em li her derêne, li ser dikêne, oxx ji we re.”
 
100 jinên bi armanca bertek nîşanî fermana Serokatiya Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ê di 18’ê Adarê de nehişt hunermendên şanoya jin di Bîranîna Çanakkaleyê de derbikevin ser dike, di Şanoya Kenter de derketin ser dike. Jinên derketin ser dike şanoya bi pênûsên nivîskaran hatîn nivîsandin lîstin. Ên di salona şanoyê de jî bi lêxistina çepikan piştgirî dan jinên derketin ser dikê.  
 
Lîstîkvan Tîlbe Saran axaftin kir û got: “Îro bihevrebûna me  ya li vê derê pir girînge. Meclîsa ku nûnertiya vîna gelên Tirkiyeyê dike, bi awayekê vekirî cûdakariya zayendî ya di civakê de dike. Mi cesareta xwe ya li ser dike ji Afîfe Jale girt. Heya hebûna me di hafizeyan de bê kulandin, em ê derbikevin ser dikê. Pir başe ku em hemû bi hevre ne.”
 
'EM LI HER DERÊNE, LI SER DIKÊNE, OX'
 
Jinên li ser dikê, piştî 100 replîk xwendin gotin ku “Em li her derêne, li ser dikêne, oxx.” Temaşevanan bi lêxistina çepikan piştgirî dan jinan. Dûrê çalakiya jinan bi berzkirina “Em ê kolan û qadan terk nekin” bi dawî bû.