Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir

img

WAN – Şanoya Mencel bernameya xwe ya meha nîsanê aşkere kir. Yek jê lîstika zarokan dê di vê mehê de 3 lîstik bên pêşandan. Lîstika “Derwêşê Evdî” jî dê ji bajarê Urmiyê bê Wanê û bibe mêvanê waniyan. 

Şanoya Mencel a li Wanê xebatên şanoyê dide meşandin, bernameya lîstikan a meha nîsanê aşkere kir. Dê di meha nîsanê de bi 3 lîstikan derkeve pêşberî şanohezan. Lîstika zarokan a bi navê “Keçelok” a Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika “Xwezgînî” ya Şanoya Bajêr a Amedê û her wiha lîstika “Derwêşê Evdî” ya Koma Şanoya Textê Reş a dê ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiyeyê bê Wanê dê bên pêşandan. 
 
Bernameya Şanoya Mencel wiha ye: 
 
* 10’ê nîsanê saet di 14.00’an de lîstika zarokan “Keçelok”
 * 10’ê nîsanê saet di 19.00’an de “Xwezgînî”  
* 11’ê nîsanê saet di 14.00’an de “Keçelok” 
* 11’ê nîsanê saet di 19.00’an de “Xwezgînî” 
* 20’ê nîsanê saet di 19.00’an de “Derwêşê Evdî”
* 21’ê nîsanê saet di 19.00’an de “Derwêşê Evdî”
* 22’ê nîsanê saet di 19.00’an de “Derwêşê Evdî”