Ew dîmen, wî ber bi wênekêşiyê ve bir

img

EDENE – Mehmet Ozguzê ku dîmenê kûçikê ku li ber serê kûçikekî mirî sekinîbû û digiriya tesîr lê kir, piştî vê bûyerê meraqa wî ya ji bo wêneyan çê bû û bi saya vê yekê nêrîna wî ya li cîhanê guherî. 

Li Edeneyê, Mehmet Ozgozê ku piştî teqawid bû û meraqa wî ya ji bo wênekişandinê çê bû, ewilî wekî hobî dest pê kir. Ozguzê ku 30 sal in wêneyan dikişîne, geh jinên li nav zeviyan dixebitin, geh zarokên çopan berhev dikin, geh jî wêneyên kesên xwe wekî “dîn” pênase dikin kişandin û tim hewl dide ku wan bi wêneyan xuyangtir bike. Ozgoz, destnîşan kir ku gelek sal in ew wêneyan dikişîne û bûye şahidê gelek tiştan. 
 
Ozgoz behsa çîroka xwe ya wênekişandinê kir û got: “Ez li Şaredariya Seyhanê xebitîm û teqawid bûm. Rojekê bi wesayîtê diçûm kar, min li kêleka rê kûçikekî razayî dît. Ew kûçik miribû û min kûçikekî din jî li kêleka wî dît. Ew kûçik nêzî saetekê li ber serê kûçikê din ma û digiriya. Nêvengeke zaf hestiyar rû dabû û wê kêliyê min ji xwe re got ‘xwezî wênekêşek hebûna û min ev karê bikişandana.’ Çimkî min xwest ez vê bûyerê ragihînim mirovan. Wê demê ji ber nebûna makîneyekê zaf xemgîn bibûm. Dilê min êşiya û piştî vê yekê meraqa min a ji bo wêneyan guherî. Piştî wê bûyerê, çawa min meaşê xwe wergirt min çû wênekêşek kirî. Piştî min kirî, min tim li ser xwe gerand. Lê belê careke din leqayî dîmenekî wisa nehatim. Piştî teqawid bûm, ev yek ji bom in bû hobi û hema bêje diçim gelek deverên Tirkiyeyê û wêneyan dikişinim.” 
 
Ozgoz, diyar kir ku di demeke kurt de bêyî ku perwerdehiyê bistîne bi awayekî amator be jî hînî wênekişandinê bûye û gelek kareyên baş kişandine. Ozgoz, anî ziman ku ew herî zêde berê kadraja xwe dide kesên li kuçeyan radikevin, extiyaran, zarokên xebatakr, dîn û bedewiyên xwezayê. Ozgoz, bi lêv kir ku ew vî karî ji bo pereyan nake, bi ser de ew gelek pereyan ji bo vî karî xerc dike. 
 
Ozgoz, anî ziman ku bi saya wêneyan gelek fikrên wî guherîne û hin kare zaf tesîr lê kirine. Ozgoz, diyar kir ku wêneyên dikişîne ji aliyê gelek mirovan tên ecibandin. Ozzgoz, bi lêv kir ku wî heta niha carekê tenê pêşangeh vekiriye û dixwaze di pêş de pêşangeheke nû vebike.