Atolyeya ‘Şanoya Cînarê Min’ dest pê dike

img

STENBOL – Serdema duyemîn a "Şanoya Cînarê Min” di 16’ê Nîsanê de dest pê dike. Perwerdekarê atolyeyê Derhêner Nevzat Sus bal kişand ser çewisandinên şanoyê û got: “Eger em inyad nekir, em ê mirovatiya xwe winda bikin.” 

Serdema duyemîn a projeya “Şanoya Cînarê Min” a Platforma Şanoyên Kadikoyê di 16’ê Nîsanê de dest pê dike. Atolye bi desteka Şaredariya Kadikoyê tê lidarxistin û wê di atolyeyê de perwerdehiya rolan ji bo lîstikvanan bê dayîn. Li vê atolyeya ku perwerdehî bêheq, ji bo wergirtina perwerdehiyê şertê navnîşana mayîna li Kadikoyê, teman di navbera 17-35’an de be û divê berê tev li projeye nebûbe. 
 
Derhênerê Şanoya Hunerê ya Altkatê Nevzat Sus bang li her kesî kir ku tev li atolyeyê bibin. 
 
Sus, destnîşan kir ku ligel hemû çewisandinên îktîdarê jî ew karê xwe didomînin û şano qadeke rewa ye. Sus, bi lêv kir ku ew karekî rewa dikin û got: “Ji ber ku ew ji hunerê ditirsin û belkî jî herî zêde ji şanoyê ditirsin, rasterast êrîşî şanoyê dikin.” 
 
‘EGER EM INYAD NEKIN EM Ê MIROVATIYA XWE WINDA BIKIN’ 
 
Sus, diyar kir ku ew ê li dijî her cure çewisandinan bi inyad bitêkoşin û got: “Eger em inyad nekin em ê mirovatiya xwe winda bikin. Hemû qad tên radestkirin. Huner li ser guherandina jiyan û cîhanê hatiye avakirin. Bi tena serê xwe ne qadeke îcrayê ye. Em ê bi wê berpirsiyartiya xwe ya miroviyî em ê hunerê bidomînin.” 
 
Sus, bi bîr xist ku atolyeya wan a sala çûyîn aş derbas bûye û temaşevanên hatine serdema yekem a “Şanoya Cînarê Min” pir guherîne. Sus, bi lêv kir ku îsal jî gelek kesan qeyda xwe li atolyeyê çêkiriye. Sus, anî ziman ku ew dixwazin bi kesên tev li atolyeyê dibin civakê biguherînin û di warê guherandina qada cemaweriyê de bi hevdu re tev bigerin.