Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!

img

WAN –Yek ji berhemên dîrokî yê Wanê jî Pira Şeytan a li ser Robarê Bendî Mahî ye. Her çend qedexe be jî, wesayîtên bargiran di ser pirê de diçin û ev yek dibe sedema rewşên talûke. 

Yek ji berhemên dîrokî yên wanê Pira Şeytan e ya li ser Robarê Bendî Mahiyê ye. Tê texmînkirin ku ev pir di sedsala 13’an de ji aliyê hikumdarê Îlhaniyan ve hatiye çêkirin. Dirêjahiya pirê 15 metre û nîv, firehbûna wê 3 metre û bilindahiya wê jî 17-18 metre ye. 
 
‘KONVOYA DAWETÊ JI PIRÊ KET…’ 
 
Li gor gotegotan tê diyarkirin ku konvoya dawetekê ji pirê ketiye û gelek kes mirine û ji ber vê yekê gelê herêmê wê wekî “Pira Şeytan” bi nav kiriye. 
 
HER ÇEND QEDEXE BE JÎ… 
 
Pir li ser du zinaran hatiye çêkirin û heta roja îro jî li ser piya maye. Gelek turîstên biyanî û xwecihî serdana wê dikin. Tenê wesayîtên barsivik dikarin di ser pirê re derbas bibin. Ji bo derbasbûyîna wesayîtên bargiran qedexe ye. Her çend qedexe be, dîsa jî wesayîtên bargiran di ser re derbas dibin. Li herdu derbaseyên pirê tabelaya li ser “ji wesayîtên bargiran re qedexe ye” nivîsandî ye. Lê belê ji ber nevenêhartinê wesayîtên bargiran derbas dibin. 
 
MA / Mahmut Ruvanas