Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt

img

STENBOL - Înîsiyatifa Hunermendan ya nû MezopArt, armanc dike ku hemû ziman û çandan bigînin hev. Sazumankara MezopArtê Îlkay Bîlgîç, diyar kir ku armanc dike ku heta bi koka xwe re aş nebin, nikarin aramiyê bibînin û wiha got: "Em dê çîrokên xwe bêjin. Em dê van çîrokan bi hevre jîn bikin" 

Komek hunermendên Tirkiye, bi armanca çand û zimanên cuda bigînin hev, test bi xebatên Înîsiyatifa MezopArt kirin. MezopArt, ku di sala 2017'an de hat avakirin, lez dan xebatên xwe yên çand û hunerê. MezopArt, armanc dike ku hemû çand, huner û zimanên di nava civakan de li hev kom bikin û di bin baneyekî de li hev kom bikin û xurt bikin. Sazumankara MezopArt, Îlkay Bîlgîç  li ser xebat û projeyan axivî. 
 
‘JIYANA MIN A LI ÎRANÊ BANDOR LI SER MIN KIR'
 
Bîlgîç, diyar kir ku axa li ser wê jiya ye û çîrokên wê dê li ser hilberîna wê bandorek erênî çêke û wiha got: "Yekem welatê me yê partner Îran e. Me ewil bi hunermendên Îranî re dest bi hunerê kir. Di nava wan de gotûbêj hebûn. Projeyên şano û performans hebûn. Em şahiyên cuda yên hevpar dikin. Min sala par dest ji karê xwe berda û salekê li Îronê jiyam. Ez hinek farisî zanim. Ez dixwazim farisî pêş bixim. Çanda Îranê li ser rêzefîlman li Tirkiye xuya dibe. Ji bilî wê çanda Îrane xuya nabe. Hilberîn û jiyana Îranê nayê dîtin. Piştî em bi hunermendên Îranî re xebitîn, me MezopArt ava kir. Me bi Îranê dest pê kir, lê em dê bi her welatên din û çandên din re berdewam bikin. Em bawer dikin ku em de pêşdarazên xwe ji holê rakin. Em diwazin bên rûqalî hev û rastiya xwe bibînin. Ji ber ku ez ji Mêrdînim, ez fêrî ziman, çand û yên din bûme. Dema ku ez dibêjim 'Ez ji Mêrdîn im, pirsa  ‘Tu ereb e an kurd e' dipirsin. Ez dibêjim çi ferq dike. Ev yek MezopArt derxist holê. Divê em çand, çîrok û serpêhatiyên hev nas bikin. Ev nav ji Mezopotamya tê. Çîrokên mezopotamya digirin dest. Ji ber ve yekê navê MezopArt girtiye. Ez bawer dikim ku heta mirov bi koka xwe re li hev neyê nikare aram bibe û nikare aramiyê bibîne. 
Em bi şanoyê ketin rê, lê me dixwazin bi sînemageran re jî di nava piştevaniye de bin. Hemû kes Askhar Farhadî nas dikin. Li Tirkiye gelek hunermendên ciwan hene. Em dixwazin hunermendan bigînin hev. Di nava MezopArt de çêkirina projeyan a bi jinan re jî heye. Vîn û ramana jinê jî di vir de cihê xwe digire. Em dê çîrokên jinê jî vebêjin. Mînak projeya me ya bi navê Senfoniya Ahlar jî heye. Ji 2 jinên helbestkar û karakterên mitolojîk pêk tê. " 
 
LI GORÎ TIRKIYEYÊ LI ÎRANÊ JIN BÊTIR DI ŞANO Û SÎNEMAYÊ DE CIH DIGIRIN
 
Bîlgîç, anî ziman ku jinên Îranî zêde di nava hunerê de cih digirin û wiha bi dawî kir: "Di qada sînemayê de li gorî Tirkiye jin bêtir cih digirin. Dîsa li gorî Tirkiye derhênerên jin ên şanoyê bêtir in. Em wekî MezopArtê ne komek girtî ne.
 
MA / Necla Demîr