Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mihrîcana Fîlman a Yilmaz Guney piştî du salan di 27-29’ê Nîsanê bi dirûşma "Em bi Hêvî Dîwarên li ser Rê hildiweşînin" tê lidarxistin.
 
Mihrîcana hunermend, derhêner û simemagerê Kurd Yilmaz Guney îsal cara 7’emîn dê bê lidarxistin. Mihrîcan dê bi pêşengiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) di navbera 27-29’ê Nîsanê de li Êlihê were lidarxistin. Festîvala ku di qada fîlmên kurt de dest pê kirî armanc dike ku di pêşxistina sînameya Kurd de kedê bide, hilberînên di vê qadê de teşwîq bike, fersendan çêbike û qadên destekê ji bo fîlmên sînamegeran çêbike. Bi helkefta Şaredariya Êlihê ji sala 2010’an ve di vê qadê de malxweyîtiyê li festîvalê dike.
 
PIŞTÎ 2 SALAN DÎSA LI PÊŞ GEL E 
 
Hêwana Sînameyê ya Yilmaz Guney ku beriya niha festîval lê dihate çêkirin, piştî ku Şaredariya Êlihê ji hêla AKP’ê ve hate dagirkirin, deriyê wê hatibû kilîtkirin û piştre jî hatibû şewitandin. Piştî şaredariyê sînameya Yilmaz Guney bi temamî hilweşandibû. Ji ber vê jî 2 sal bûn festîlan çênebûbû. Îsal bi OSAD’ê re, rêxistinên dî yên sivîl û saziyên dî li dijî van şertên neyênî cara 7’an Festîvala Yilmaz Guney wê bê pêşberî gel. 
 
Qadên nîşandanê wiha ne:  Hêwana Sînameyê ya Êlihê, Kolana Demokrasiyê ya Taxa Gultepeyê, No: 339, Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê- Hêwana Sînemeyê û Taxa Akyurekê, Kuçe, 218, No: 1, 72040, Navend Êlih.