Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê

img
WAN - Koma Sorjiyan di çarçoveya komxebata “Rojên Muzîkê yên Aryenê” de derket ser dikê û guhdarvan bi stranên xwe guhdarvan mest kir. 
 
Aryen Kom ku li Wanê xebatên muzîkê dike, ji bo piştgiriya li gel mexdûrên erdhejê bernameyeke bi navê “Rojên Muzîkê yên Aryenê” amade kir. Bernameya ku bi koma muzîkê “Dengê Meyman” dest pê kirî, îşev jî bi koma muzîkê ya bi navê “Sorjiyan” berdewam kir. Konsera ku rastî eleqeyeke mezin hat, li eywana ŞanoWanê hat lidarxistin. Koma Sorjiyan bi stran û awazên xwe guhdarvan mest kir. Guhdarvanan jî bi çepikên xwe hezkirina xwe nîşan dan. 
 
Amadekarên bernameyê plaket da Koma Sorjiyan û konser bi dawî bû. 
 
Her wiha dê îro jî “Colemêrg Collective” derbikeve ser dikê û bernameya “Rojên Muzîkê yên Aryenê” bi dawî dibe.