Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike

img

MÊRSÎN – Karkerê înşaatê Hakan Ottaşê ku tesîr ji karkera tekstîlê helbestvan Sennûr Sezerê wergirt û dest bi kişandina wêneyan kir, dê wêneyên ku di 5 salan de kişandine di înşaata ku lê dixebite de pêşkeş bike. 

Li Mêrsînê, Hakan Ottaşê ku 30 salin di înşaatan de dixebite, tesîr ji karkera tekstîlê helbestvan Sennûr Sezerê wergirt û dest bi kişandina wêneyan kir. Ottaş, diyar kir ku jiyana karkeran tenê ne xebat e û li ser vê 5 sal berê wî dest bi kişandina wêneyan kiriye. Ottaş, bi wêneyên kişandiye herî zêde hewl daye ku jiyana karkeran bide der û tiştên ku karker bi wan re rû bi rû dimînin bi civakê re parve bikin. Dê Ottaş wêneyên ku di 5 salan de kişandine di 21-22’yê Nîsanê de li înlaata ku li kêleka Şaxa Bankaya Ziraatê ya Pozcûyê ye pêşkeş bike. 
 
‘JIYANA KARKERAN TENÊ NE XEBAT E’ 
 
Ottaş, diyar kir ku ew zêde li ser hunerê hûr bûye û di vî warî de tim tev geriyaye. Ottaş, destnîşan kir ku wî tesîr ji Sennûr Sezerê girtiye. Ottaş gotina “Cîhan bi gotinekê ava bû, ez tim li wê gotinê geriyam û min dît” a Sennûr Sezerê bi bîr xist û got: “Ji ber vê yekê, ez wisa difikirim ku jiyana me karkeran tenê ne xebat e. Sennûr Sezer helbetvaneke navdar e. Çimkî di helbestên wê de tiştên ku pêk hatine hene. Jiyana karkeran tenê ne xebat e. Karker dikarin bi hunerê re jî bilî bibin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê Sezer e.” 
 
Ottaş diyar kir ku wî li ser înşaatê wêneyên jiyana karkeran kişandiye û got: “Hunera ku sermaye dike û ya me ne wekhev e. Dema ew pereyan qezenc bikin hunera xwe didomînin. Lê belê em karker, dema em hunerê dikin ne ji bo qezenckirina pereyan, ji bo em jiyana xwe ragihînin hinekan dikin.” Ottaş, diyar kir ku naveroka wêneyên wî jiyana karkeran û wêneyên xwezayê ne û got: “Tekane armanca wî ew e ku wêneyên karkeran û rastiyan vedibêjin ragihînim gel.” 
 
MA / Cemil Ugur