‘Ji bo stran û şanoyê pêdiviya me bi rohanî û salonan tune ye'

img

STENBOL - Lîstikvanên jin ên salon li wan hatin qedexekirin, bertek nîşanî helwesta Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman da û wiha got: “Ji bo em stranan bêjin pêdivîya me ji rohahiyê û ji bo em şanoyê bikin jî pêwistiya me ji salonan tune ye. Bi taybetî kesekî ji meclîsê xwe tev li vî karî bike ne hed e.  Pênekonk e." 

Li Meclîsa Mezin a Tirkiye di 29'ê Adare de bernameya “Şeva Bîranîna Şehîdên Çanakkaleyê" hatibû lidarxistin. Bi fermana Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman şanogerên jin ji ser dikê hatibûn daxistin. Bertek û nerazîbûnên jin, şanoger û gelek kesên cuda yên li hemberî vê helwesta Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman zêde dibe. Lîstikvanê şanoyê Halît Demir, diyar kir ku di nava vî karî de pirsgirêka çînî heye û wiha got: "Çima li dijî lîstikvanên mêr derneketin? Di feraseta wan de karmendiya dewletê heye. Divê em li dijî feraset û nerîna dewletê ya li hemberî hunerê derkevin. Divê mêr jî li dijî vê helwestê derkevin." 
Demîr, anî ziman ku wan jin wêde kirine û dema dibêjin hunermendên jin û hunermendên mêr cudakariyê dixin navbera hunermendan û divê ev cûdakarî neyê kirin. Hunermend hunermend e. Divê li gorî zayendê neyê cudakirin. 
 
Lîstikvan Denîz Turkalî jî diyar kir ku ev feraset ji serî heta dawî şaş e û wiha got: "Ev hed nezanîn e. Bi taybetî kesekî ji meclîsê xwe tev li vî karî bike, şaş û hednezaîn e. Pêkenok e. Ev bêçaretî ye. Ez ji vê yekê pir bi hêrs im."