Weşanxaneya Otonom: Naxwazin em xwe bigînin rastiyan

img
ÎZMÎR - Xebatkara Weşanxaneya Otonom Melîs Înan, diyar kir ku piştî Çapxaneya Gun hat desteserkirin nikarin çapa pirtûkên xwe yên nû bikin û wiha got: "Zext ne tenê bi îro sînorkirinî ne. Naxwazin em xwe biginin rastiyan." 
 
Weşanxaneya Otonom a ku beşdarî 23'emîn Fûara Pirtûkan a Îzmirê ya ji aliye Yekîtiya Weşangeriyên Tirkiye û TUYAP'ê bû, ji ber Çapxaneya Gun hat desteserkirin û qeyûm tayînî wê hat kirin nekaribû pirtûkên xwe yên nû çapa wan bike. Xebatkara Weşanxaneya Otonom Melîs Înan, diyar kir ku piştî Çapxaneya Gun hat desteserkirin nikarin çapa pirtûkên xwe yên nû bikin. Înan, diyar kir ku Weşanxaneya Aram ji ber der barê pirtûkên wan de biryara komkirinê hebû nekarîbûn tev li fûarê bibin û wiha got: "Li ser weşangeriya kurd zextên pir dijwar hene. Ji ber ve yekê çapxane bi fikarin pirtûkên wan û weşanên wan çap bikin. Çapxane êdî dema pirtûkan çap dikin li naveroka wê û peyvê di pirtûkê de derbas dibin dinerin. Gev geşedanên pêş dikevin li ser nivîskar, çapxane û weşangeriyan zextên tund û bandarek neyînî pêş dixin. Ev rewş nayê qebûlkirin."  
 
'NAXWAZIN EM BIGÊJIN RASTIYAN' 
 
Înan, diyar kir ku wan berê pirtûkên xwe li Çapxaneya Gun çap dikir û piştî çapxane hat desteserkirin êdi nikarin pirtûkên xwe yên nû çap bikin. Înan, anî ziman ku ji roja qeyûm tayînî çapxaneyê kiriye heta niha nikarin pirtûk û berhemên xwe yên nû çap bikin. Lê tevî hemû qedexeyan em dê çapkirina pirtûkên xwe berdewam bikin. Li ser hemû weşan û çapxaneyan zext hene. Naxwazin em bigêjin rastiyan. Êdî televîzyon rastiyan nadin. Ajansan jî difiroşin. Komên medya difiroşin." 
 
Înan da zanîn ku weşangeriya wan bêtir berhemên girêdayî jiyanê çap dikin û wiha bi dawî kir: "Weşangeriya me di milê xebatê de jî cihekî komîn e. Em bêtir pirtûkên werger çap dikin. Bêtir weşanên li ser tekoşîna çep û jinan esas digirin. Bêtir weşanên cih dide jiyana jinê, civakî û felsefeyê em çap dikin."