Fîlmê ‘Hewno Bêreng’ hat pêşandan

img

STENBOL – Fîlmê “Hewno Bêreng” yê derhêniya wî Mehmet Ali Konar kiriye di 37'emîn mihrîcana fîlman a Stenbolê de li sînemayê hat peşandan. 

Fîlmê "Hewno Bêdeng" yê derhêneriya wî Mehmet Ali Konar kiriye, di çarçoveya 37’emîn Mihrîcana Filman a Stenbolê de li Sînemaya Atlas a Taksimê hat pêşandan. Fîlmê dirêj ji aliyê lîstikvan û hunerhezan ve rastî eleqeyek mezin hat. Fîlmê ku lîstikvanên Civan Guney Tunç, Bîlal Bulut, Orhan Alici, Cuma Karaaslan, Midas Muhammed, Sevgî Yusufoglu jî têde cih digirin, bi zaravayê Kurmancî û Kurmanckî hat amadekirin û hat temaşekirin. Film bi jêrnivîsa ingîlîzî u tirkî hat amadekirin û qala bûyerên salên 1990’an dike.