Derhênerê Kaçiş: Li herêma şer mirin ji jiyanê zehmetir e

img

STENBOL – Derhênerê fîlmê “Kaçiş” (Rev) Kenan Kavût ku di fîlmê xwe de çîroka koçberekî sûriyeyî yê di şer de malbata xwe winda kiriye û ji welatê xwe koç kiriye vedibêje got: “Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Li erdnîgariyeke ku şer lê hebe, mirin ji jiyanê zehmetir e.” 

Fîlmê “Kaçiş” (Rev) ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 37’an de hat pêşandan, çîroka koçberê sûriyeyî Cabîr ku di şer de malabata xwe winda kiriye û neçar maye welatê xwe biterikîne vedibêje. Fîlmê li Edîrneyê hatiye kişandin. Senarîst û derhênerê fîlmê Kenan Kavût e. 
 
‘ÎKTÎDAR MIROVÊN BÊGUNEH BER BI ŞER VE HÊL DIKE’
 
Kavût, bi lêv kir ku dema li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, mirovên ku welatê xwe diterikandin û direviyan bandor lê kirine. Kavût, destnîşan kir ku li erdnîgariyên ku şer lê hebin, mirin ji jiyanê zehmetir e û got: “Dema tu dimirî dibe ku dojehek li benda te be an jî her tişt bi dawî bûbe. Yên mayî jî bi dojeheke tirsnak re rû bi rû dimînin. Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Em hewl didin li cem mirovên bêtawan bin.” 
 
‘ÇÎROKA DU KESÊN XERÎB’ 
 
Kavût, diyar kir ku fîlm çîroka du kesên ku hevdu nas nakin vedibêje û got: “Ji bo hûn bedbext bin, hewce nakin îlem hûn di nav şer de bin. Aliye karaktereke bi tenê û birîndar e. Biçûk û kêm tê dîtin. Bi şideteke ruhî re rû bi rû dimîne. Pirsgirêkên wê û Cabîr cuda ne. Ev herdu mirov ji zimanê hevdu fêm nakin û du karakterên cuda ne, lê ji ber pirsgirêkên mirovî yên hevpar nêzî hev dibin.”