35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye

img

MÊRSÎN – Kazim Danyelî (60) bi salan di karê înşatê de xebitî û boyaxvanî kir. Pişt re eleqeya wî li hember tembûrê çêbû û di 35 saliya xwe de li atolyeyek tembûrê wek şagirt dest bi çêkirina tembûrê kir. Piştî salan bû hosteyê tembûrê. 

Bi salan di karên cuda de xebitî lê feyza wî lê nehat. Ev kes jî Kazim Danyelî yê 60 salî ku li navçeya Akdenîz a Mêrsînê dijî. Bi salan karê înşatê û boyaxê kir. Lê di 35 saliya xwe meraqa wî li hember tembûrê çêbû û berê xwe da çêkirina tembûrê. Li gel hemû zoriyan jî di atolyeyek çêkirina tembûran de dest bi kar kir. Di encama keda 25 salan bû hosteyê tembûrê. Danyelî dibêje “Min di destpêkê de nizanibû telek tembûrê jî girê bida” û di nav demê de li ber destên hosteyê xwe fêr bû û xwe gihan van rojan. 
 
‘HER KES NIKARE TEMBÛRAN ÇÊBIKE’ 
 
Danyelî anî ziman ku 25 salan li gel hemû zoriyê kar jî bû hoste û got: “Ev kar ne karekî ku marangozvan çêdikin. Ev karekî hunerê ye. Hûrguliya herî biçûk a vî karî girîng e. Ez bi kêfxweşî çêdikim û kedek mezin didim. Ez her tim di nav lêgerîna dê dengê vê tembûrê çawa xweş derkeve tevgeriyam û hêj wiha me. Ji bo dengê tembûrê xweş derkeve girîngiyê didim çêkirinê. Di nav kar de her tim li cudahiyekî digerim.” 
 
‘EM BERDÊLA KEDA XWE NASTÎNIN’ 
 
Danyelî got ku li gel bi hestiyarî vî karî dike jî lê berdêla keda xwe bi dest naxe û ji ber vê xemgîniya xwe anî ziman. Danyelî diyar kir ku li welat ne tenê ew gelek sinetkar berdêla karê xwe nastînin û tembûrek ew çêdikin bihayê wê ne ew, piyasa diyar dike û yên ji ber bihabûnê nikarin bistînin mafdar dît. 
 
‘TEMENÊ MIN MÎNAK E’ 
 
Danyelî da zanîn ku ji bo mirov hunera xwe bidin nîşandan divê di nav hewldanan de bin û got: “Heke mirov wiha bibêjin, bila li min û temenê min binêrin û ji xwe re bikin mînak. Mirov dikare her tiştî fêr bibe, tenê bila bixwazin.”