Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin

img
AMED – Qeymeqamiya Farqînê bi hînceta “Rewşa Awarte” konsera hunermend Mem Ararat ya li Farqînê qedexe kir. Ararat got ku li dijî hunera wî kîn tê ajotin û tu qedexe û astengî nikarin huner û stranên êş kişandî asteng bikin.  
 
Rewşa Awarte (OHAL) bandora xwe li ser huner û konserên hunermendan jî dike. Nûneriya Egîtim Sen’ê ya Farqîna Amedê dê bi beşdariya hunermend Mem Ararat ji bo endamên xwe konsera piştevaniyê dî îro li dar bixista. Lê Qeymeqamiya Farqînê bi hinceta “OHAL” û Mem Ararat beşdarî konserê dibe qedexe kir. 
 
Hunermend Mem Ararat qedexekirina konsera xwe li Farqînê ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘QEDEXEKIRINA KONSERAN KÎN AJOTIN E’ 
 
Ararat destnîşan kir ku sedema betalkirina konsera wî ya li Farqînê û destûr ne dayîna konserên li Sêrt, Qers, Êlih û Stenbolê kîn ajotin e û got: “Ji ber em stranan dibêjin û stranên me êş û azara gelê kurd tîne ziman, qedexe dikin. Ji ber min stran gotin, doz li min vekiribûn û 10 meh cezayê hepsê li min birîbûn. Me jî li dijî vê ceza birînê serî li Dadgha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê hêj bi encam nebûye.” 
 
‘QEDEXE Û ASTENGÎ NIKARE HUNERA ME RAWESTÎN E’  
 
Ararat da zanîn ku biryara betalkirin û destûr nedayîna konseran ji wan re xerîb nehatiye û wiha domand: “Ez li hember vê biryarê matmayî nemam. Ev astengiyên wan kêrî tu çareseriyê jî nayê. Pirsgirêkê mezintir dike. Karê me huner e û em stranan dibêjin. Bêguman di stranên me de tundî tune ye. Raste di hundirê stranan me de xem û êş hene. Me çi rastiyê jiyaye ew vegotin e. Bêguman em ê hin jî bêjin. Ez hinek ji ber van betalkirin û astengiyan xemgîn im. Lê bes em ê karê xwe bikin.” 
 
‘HUNER ZERARÊ NADE TU KESÎ’ 
 
Ararat anî ziman ku çi emniyet û qeymeqamî û çi jî walîtiyên bajaran serlêdana konserên wî qebûl dikin û pişt re qedexe dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Lê berê rewş ne wisa bû. Piştî vê doza li min vekirin û min ceza girt wisa bû. Bi taybetî jî piştî Rewşa Awarte li dijî konserên min kîn tên ajotin. Ev pêkanînên kêfî ne. Lê huner zerarê nade tu kesî. Huner ji bo her kesî baş û hewce ye. Huner xizmeta aramî, aştî, edalet û hiqûqê dike. Ez hêvîdar im ku rojek berê rojekê dê huner û stran azad bin û rojên me azad bin.” 
 
MA / Bîlal Guldem