Li Almanyayê ji bo Arîn Mîrxanê dê konserek bê lidarxistin

img

NAVENDA NÛÇEYAN- Dê li ser navê Arîn Mîrxan ku dema li hemberî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, li Kolnê konser bê lidarxistin. 

Dê li bajarê Kolnê yê Almanyayê li ser navê Arîn Mîrxan ku li Kobaniyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û bû remza têkoşînê, konserek bê lidarxistin. Konser ji aliyê Junge Philharmonie (Flarminiya Ciwanan) û Civata Kurdan a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) dê di êvara 29’ê Nîsanê de li Gürzenisch Saalê bê lidarxistin. 
 
Dê kompozîtorê îngilîz Andrew Webb-Mitchell'in, hunermend Pervîn Çakar, Orkestraya Beethoven, Orkestraya Jinge Philharmonie di konsere de cih bigirin û dê konser ji aliyê Volker Hartung ve bê birêvebirin.