Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye

img
RIHA - Ji bo Yekemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye. 
 
Şaxa Egîtîm-Sen a Rihayê wê Yekemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz li dar bixe. Serlêdana dawî ya ji bo pêşbirkê sibê ye. Pêşbirk wê bi zaravayên kurmancî û kirmancî yên kurdî bê lidarxistin. Di çîrokê de mijar serbest e û hejmara rûpelan herî kêm gere 10 rûpel be. Her kes dikare bi berhemekê beşdarî pêşbaziyê bibe. Pêşbazî wê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bê ragihandin. Berhemên bên şandin divê berê li tu derî nehatibin weşandin.
 
JURIYÊN PÊŞBIRKÊ
 
Juriya beşa kurmanciyê Ozlem Ateş, Ronya Bewran, Haşîm Yetîm, Mehmet Yildiz û Hadî Altûndag û juriya beşa kirmanckî jî Ronya Bewran, Sefer Bakçî, Şahîn Kukçu û Kafûr Seçîlmek in. Kesên beşdarî pêşbaziyê bibin divê tevî agahiyên şexsî berhemên xwe wekî metnekê ji urfaegitimsen@hotmail.com re bişînin. Wê di pêşbaziyê de ji bo kesên yekem, duyem û sêyem xelata pereyî bê dayîn.
 
36 SERLÊDAN
 
Ji bo serlêdanê dîroka dawî 10’ê gulanê (sibê) ye. Hate zanîn ku heta niha 36 kesan çîrok şandine. Di nav kesên ku ji pêşbirkê re çîrok şandine de keça Huseyîn Denîz ê ji bo bîranîna wî pêşbirk tê lidarxistin Zozan Denîz jî heye. Ji 36 berhemên hatine şandin 9 kirmanckî ne. Tê payîn ku heta sibê hejmara serlêdanan ji 50’yan derbas bibe. 
 
HUSEYÎN DENÎZ KÎ YE?
 
Huseyîn Denîz di sala 1956’an de li gundê Sitîlîlê ya bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê dine. Piştî sala 1975’an li navçeya Siwêreg a Rihayê û li Nisêbînê mamostetiyê dike. Di darbeya 12’ê Îlonê de tê girtin û 5 sal û nîv li Zîndana Amedê tê ragirtin. Denîz li zîndanê dest bi xebatên ziman û folklora kurdî dike û li derve didomîne. Pirtûka "Gotinên Pêşiyên Kurdan" a Denîz di sala 1991’an de hat weşandin. Ew zewicî û bavê 4 zarokan bû. Endamê Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî ya PEN’ê bû. Denîz di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru, Welat û gelek rojnameyan de nivîs nivîsandin. Piştî rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kir li navçeya Serêkaniyê dest bi nûçegihaniya rojnameyê dike û di kuncikê forumê de nivîsan dinivîsine. 
 
Denîz ê di 9’ê tebaxa 1992’yan de li kolaneke navçeyê rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Ji ber vir mudaxileya pêwîst nehate kirin bi hewldana malbatê rojekê pişt re ber bi Amedê ve bi rê ketin. Lê Denîz, bêyî ku bigihe Amedê di 10’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Zane û rewşenbîrê kurd Apê Musa xalê Huseyîn Denîz e. Ji heman gundî ne. Bi hev re li rojnameyê dixebitin.