‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'

STENBOL- Dengbêj Halideyê diyar kir ku ew berdewamên têkoşîna Hozan Mîzgîn in û got: "Hebûna Hozan Mîzgîn, wê her tim di hunera kurdî de cih bigire û ji nifşên pêşerojê re bibe mînak."
 
Di ser qetilkirina hunermenda kurd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku yek ji nûnerên girîng ên hunera şoreşgerî ye 32 sal derbas bûn. Hozan Mizgîn ku di sala 1962'yan de li gundê Bileyder ê Elihê ji dayik bû, bi awaz û helwesta xwe kedeke girîng da hunera kurdî. Hozan Mîzgîn ku piştî darbeya leşkerî ya 1980'yî beşdarî nava têkoşîna azadiyê ya kurd bû û di nava têkoşîna şoreşgerî de cih girt, piştre di sala 1983'yan de çû Ewropayê û xebatên xwe yên hunerî û çandî li Ewropayê kir.
 
Li Ewropayê bi Hozan Sefkan re bingeha Huner Kom û Koma Berxwedanê danî. Hozan Mizgîn ku bi berhemên xwe yên wekî "Çemê Hêzil", "Lo Hevalo" û "Gundîno Hawar" bandor li gelek kesan kiriye, bi stranên berxwedanê yên serdemê jî bandoreke mezin li muzîka kurdî kir.
 
Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Dengbêj Xalide di 31'yemîn salvegera qetilkirina Hozan Mizgînê de axivî.
 
Xalideyê da zanîn ku di temenekî biçûk de dengê Hozan Mizgînê bandoreke mezin li wê kiriye û got: “Dengê wê gelekî xweş bû. Di çand û têkoşîna kurdan de dengê wê mirov dikişand qadên têkoşînê. Ji ber ku dengê Mızgîn gelekî bêhempa bû û di heman demê de di nava têkoşînê de cih dıgırt, ew kir nirxeke mezin. Ew ji bo min bû mînakeke xurt. Şehîd Mizgîn yek ji pêşengên têkoşîn û muzîka kurdî bû."
 
Xalîdeyê bal kişand ser girîngiya hunerê ya di têkoşîna azadiyê ya kurd de û got ku ew li ser şopa hunermendên kurd ên wê demê ne û got: “Em dixwazin vê çandê bidomînin. Ji ber ku ew di nava têkoşîna azadiya kurd de cih girtine. Di têkoşîna azadiya kurd de bûne pêşengên çanda Kurdî. Em bixwazin nexwazin jî 40 sal in şerê çandî didome. Hunermendên wekî Hozan Mizgîn jî li dijî vê yekê têkoşiyan. Ew çûn, lê niha wekî nirx û leheng di nava me de ne." 
 
Xalideyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Eger hûn bixwazin civakekê pêş bixin an jî fikrekê ji civakê vebêjin, pêwîst e mirov bi çanda wê civakê bersivê bide. Wê demê Hozan Mizgîn jî di têkoşîna azadiya kurd de ev rol bi cih anî. Di nava civakê de di nava jinan de ahengek pêk anî. Heta em sax bin em ê li gorî nirxên muzîka kurdî bijîn. Em ê mîrateya wna bidomînin."