Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin

img
ŞIRNEX- Şaredariya Cizîrê bi boneya 15’ê Gulanê  stand-up a bi navê “Du ziman li dar xist.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê şaredariya Cizîrê di çarçoveya 10’emîn mîhracana ziman,çand û hûnerê ya Cizîrê li ber avahiya şaredariyê bi minesebeta 15’ê gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Stand-up ya du ziman ji aliyê şanoger Salih Yildizoz ve hate pêşkeşkirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistinên DEM Partiyê yê navrnd û navçeyan, hevşarrdarên navçeyan ê DRM Partiyê rêxistinên sivîl ê civakî û bi sedan welatî ji bo trmaşekirina Stand-up  amade bûn. 
 
Di Stand-Up de bal kişand li ser ziman. Beşdervanan seatên bi keyfxweş derbas kirin.
 
Di dawiya şanoyê de parlamanter Zekî Îrmez, axivî. Îrmez destnîşanî giringiya ziman kir û got:” Ev sê rojin mîhrîcana cizîra Botan didome. Piştî 8 salan wargeha çand û hûnera  Cizîra Botan pêk tê ev jî Me kelecan dike. Em her tim dibêjin çîroska ziman, hûner û çandê li Cizîra Botan belav bûye. Cizîr her tim li ser çand û zimanê xwe maye. Divê ku em xwedî li çand, hûner û zimanê xwe derbikevin. “