Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên

ENQERE - Rêveberê Anka-Derê Dogan Şenses ji bo konsera ku dê di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li dar bixin, banga tevlibûnê kir. 
 
Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de wê konserekê li dar bixe. Di çalakiya ku dê di 19'ê Gulanê de li Salona Vedat Dalokayê ya li Parka Kurtuluşê bê lidarxistin de wê konser, helbest û performansa zindî bên pêşkeşkirin. Di çalakiyê de hunermendê kurd Kasim Taşdogan wê derkeve ser dikê. Her wiha wê Anka-Der sertîfîkayan bide xwendekarên xwe. 
 
TÊKOŞÎNA JI BO STATUYÊ
 
Rêveber û perwerdekarê Anka-Derê Dogan Şenses bal kişand ser girîngiya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî û got ku îro roja têkoşînê ye. Şenses got: “Ji ber asîmîlekirina zimanê kurdî, 15’ê Gulanê ne tenê cejna ziman e, roja têkoşînê ye jî. Hebûna gel û mirovan tenê bi zimanê wan tê naskirin. Îro em behsa statuyê dikin; bi rastî ew zimanekî statuyê ye. Em kurd jî ji bo statu û hebûnê têdikoşin."
 
Şenses ku got “Hebûna me zimanê me ye” anî ziman ku ne tenê di cejnan de divê di her kêliya jiyanê de xebatên li ser zimanê kurdî bên kirin û wiha got: “Têkoşîna ji bo zimanê kurdî têkoşîneke exlaqî û polîtîk e. Ji ber ku hûn li dijî avaniyeke ku hewl dide we asîmîle bike, helwesteke şoreşgerî nîşan didin. Divê mirov vê rastiyê bibînin û nêzî têkoşînê bibin."
 
‘EM NÛNERÊN ZIMANÊ KURDÎ NE'
 
Şenses bal kişand ser amadekariyên ku wan wekî komele di çarçoveya çalakiyên Roja Zimanê Kurdî de kirine û wiha got: “Armanca çalakiyên ku em amade dikin ew e ku em bi raya giştî re bibin yek. Em bi xebatkarên komeleya xwe re xebatên hevpar didomînin. Ji aliyekî ve helwesta Anka-Derê di rastiyê de tê wateya temsîliyeta zimanê kurdî li Anatoliya Navîn û kurdên vê herêmê. Ji ber vê sedemê em hewl didin xwe bigihînin hemû kurdên li bajarên Anatoliya Navînê dijîn."
 
BANGAWAZÎ
 
Şenses hemû Kurdistanî û dostên kurdan ên li Enqereyê vexwend çalakiyê û got: "Em li bendê ne ku her kesên li nêz bên konserê."