Li Îzmîrê panela zimanê kurdî

img
ÎZMÎR - Li Îzmîrê saziyên kurd bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panel pêk hat.
 
Li Îzmîrê bi pêşengiya Avesta ziman û JînArt bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li salona avahiya JînArt panel pêk hat. Nivîskar yasemîn Elvan, hevserokê Komeleya Çan dû Piştevaniya Dêrsîmê ya Îzmîrê Hasan Kiliç û nivîskar Mustafa Borak tevli panelê bûn.  Piştre jî Koroya Jinan a  DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê derket ser dîkê.
 
Nivîskar Mustafa Borak axifrî û da zanîn kuz iman rihê mirovane û kesê ku zimanê wan azad bin ew jî azadin. Mustafa her wiha balkişand ser girîngiya ziman û da zanîn ku divê zarokên Kurd zimanê xwe biaxivin.
 
Nivîskar Yasemîn Elvan jî axaftinek kir û balkişand ser girîngiya Kurdî-Derê û got niha bi sedan nivîskarên Kurd hene û ev bi saya Kurdî-Derê pêk hatiye.
 
Piştî axaftinan çîrokên Kurdî hatin vegotin û dengbêj derkestin ser dîkê. Piştre Koroya Jinan a DAD’ê derket û stranên Kurdî gotin.