Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

img
AMED – MED-DER û Egîtîm-Senê têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist. Rêvebera MED-DER’ê di şahiyê de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: “Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.”
 
Nûnertiya Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) a Farqînê û nûnertiya Egîtîm-Sen a Farqînê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Eywana Şaredariyê şahiyek li dar xist. Şahiya ku pankarta “15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hatibû daliqandin,  rastî eleqeyeke mezin hat û eywan tijî bû. Malbat bi zarokên xwe tev li şahiyê bûn û bi tiştanok û zûgotinan demên xweş derbas kirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li şahiyê bûn.
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERBIKEVIN’
 
Ewilî Rêvebera MED-DER’a Farqînê Fatma Îgîn axaftinek kurt kir û ji bo tevlibûna welatiyan spas kir. Îgîn, di derbarê hînkirina zarokan ya zimanê dayikê de got ku bar li ser milên dê û bavên ciwan in. Îgîn, da zanîn ku dê û bavên ciwan bi zimanî biyanî zarokên xwe perwerde dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî tu zimanan, ti çandan nînin, lê divê em zarokên xwe hînî zimanê kurdî bikin û çanda xwe fêrî wan bikin. Heke em zimanê xwe hînî zarokan nekin wê zimanê pêş ve neçe. Divê em bixwe xwedî li zimanê xwe derbikevin da ku em bikaribin ji pergalan an jî rayedaran mafê ziman bixwazin. Zimanê kurdî zimanekî pîroz e û qedîm e. Zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin.”
 
Piştre lîstikên zarokan hatin lîstin û tiştanok hatin pirsîn. Dû re pêşbirkeke biçûk li dar xistin û 10 pirs ji beşdarvanan pirsîn. Kesên ku pirs rast bersivandin pirtûkên zarokan û tîşortên li ser “ziman nasnameye bi zimanê xwe bixwîne”  weke diyarî hilgirtin.
Dengbêj Sidîqê Tilmînî derket ser dikê û bi kilamên xwe beşdarvan kêfxweş kirin. Dû re stranbêj Îmran Merwanî bi stranên xwe eywan bi coş xist û beşdarvanan jî bi stranên wî govend gerandin
 
Bername bi çepikan bi dawî bû.