Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Filman a Cannesê ku îsal 77’emîn tê lidarxistin, bi çalakiya xebatkarên sektora sînemayê dest pê kir.
 
Festîvala Filman a Cannesê ya 77’emîn ku derhenerên li cîhanê tên nasîn bi filmên xwe yên nû beşdar bûbûn, duh bi çalakiya xebatkarên sektora sînemayê dest pê kir. Di festîvalê de ji bo Palmiyeya Zêrîn wê bi Xelata Sereke pêşbazî bê kirin. Di kêliya ku derhenerên bi nav û deng li ser xaliya sor dimeşiyan de, komek xebatkarên qada sînemayê yên ku endamên kolektîfa Feqîriya Li Pişt Ekranan (Sous les Ecrans la Deche) derketin ser banê Qesra Festîvalê û pankart vekirin. Komek ji çalakgeran jî ji bo bala festîvalê bikişînin ser xwe fîkandin û dirûşm berz kirin. 
 
Xebatkarên qada sînemayê bi çalakiyê dixwazin şert û mercên wan xebatê bên başkirin. Polîsan mudaxilî çalakiya xebatkarên qada sînemayê kirin. Lê tevî vê yekê jî çalakiya xebatkarên sînemayê berdewam dike. 
 
Festîfala ku duh dest pê kir wê heta 25’ê gulanê berdewam bike. Di festîvalê de 22 film wê ji bo xelatwergirtina mezin a Palmiyeya Zêrîn bikevin pêşbaziyê.