Li Farqînê panela zimanê kurdî

img
AMED – Zimanzan Zana Farqînî û nivîskar Sûltan Yaray ku di panela ji bo 15’ê Gulanê hatiye lidarxistin de axivîn, diyar kirin ku windabûna zimanekî di heman demê de tê wateya windabûna miletekî.
 
Nûnertiya Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) a Farqînê, bi hevkariya Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurd a Amedê, Kovara Destarê û  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Farqîna Amedê di eywana şaredariyê de panelek li dar xist. Di panela ku mamosteyê kurdî Soro Sersar moderatoriya wê kir de nivîskar û zimanzan Zana Farqînî û nivîskar û siyasetmedar Sûltan Yaray weke axîver cih girtin. Di eywana ku panel lê hat lidarxistin de pankartên “15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be”, “ perwerdehiya zimanê dayikê mafekî bingehîn e” û “ez kurdim û perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazim” hatin daliqandin. Hevşardarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, Rêxsitina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tev li panelê bûn. 
 
‘ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN’
 
Ewilî nivîskar û siyasetmedar Sûltan Yaray axivî û da zanîn ku hewara Celadet Elî Bedirxan heta îro hatiye. Yaray, diyar kir ku ji bo neteweyekê ziman xala herî sereke ye û got ku zimanê neteweyekê tunebe, ew netew li ser pêyan namîne. Yaray, bi domdarî wiha got: “Gelê kurd çi bi şerê taybet be, çi bi awayeke din be rastî êrişan hatiye, lê kurd gelekî qedîm e û zimanê xwe li dijî hemû êrişan parastî ye. Gelek kes hene ku dixwazin bi kurdî binivîsin, lê ji ber qelsbûna kurdiya wan rastî rexneyan tên. Lê kurdî nivîsîn berxwedaneke, bila binivîsin. Her wiha divê em rexnedayîna xwe jî bikin. Em ber xwe didin lê em girîngiya ku zimanê me heq dike nadin. Lê em ê tekoşîna xwe ya ji bo kurdî mezintir bikin.”
 
BAL KIŞAND SER DOZA KOBANÊ 
 
Yaray, bal kişand ser Doza Kobanê jî û destnîşan kir ku di doza Kobanê de hevalên wan herî kêm  9 sal ceza xwarin. Yaray, anî ziman ku ev ceza li hemû kurdan hatiye birîn û hevalên ku bi zimanê kurdî parastina xwe kirine, du qat ceza xwarin. 
 
‘BI ZIMAN RE MILETEK JÎ WINDA DIBE’
 
Piştre nivîskar û zimanzan Zana Farqînî mafê axaftinê girt û bi daneyên komeleyên navneteweyî ku li ser zimanên cîhanê xebat meşandine, bal kişand ser windabûna zimanan.  Farqînî, da zanîn ku dewlet û polîtîkayên wê sedemeke windabûna zimanan e. Farqînî, destnîşan kir ku li cîhanê 6 hezar ziman hene û ji nîvê wan zêdetir jî di talûkê de ne. Farqînî, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Gava zimanek winda dibe, bi ziman re miletek jî winda dibe. Kêmbûna axîverên, temenê axîveran, rêjeya axaftina zarokan, bikaranîna ziman a di gelek qadan de, hestên neteweyî û helwest û hişmendiya ziman a axîveran, koçkirina metrepolan, sepanên hikûmet û îbadeta gel, nebûna perwerdehiyê, astengiya aborî dibe sedema windabûna ziman. Her wiha li gel van nebûna alfabeya standart, kêmbûna berhemên wêjeyî, kêmbûna bikarhênerên çalak, nebûna prestîj û piştgiriyê jî, ji bo zimanên ber bû windabûnê ve ne nîşaneya talûkê ne.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.