Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye

img
MÊRDÎN - Eleqeyeke zêde ji bo Mûhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê heye û weşanger bi vê rewşê keyfxweş in. Nivîskar û xwediyên weşanxaneyan xwestin ku organîzasyonên bi vî rengî bêhtir bên kirin. 
 
1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê ku ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ve tê organîzekirin, duh dest pê kir. Mîhrîcan li Baroya Mêrdînê tê lidarxistin û 25 weşanxaneyên kurd û 62 nivîskarên kurd tev li bûn. Di roja ewil a mîhrîcanê de eleqeyeke zêde ya gel hebû. Pirtûkhezên ku li standên weşanxaneyan geriyayîn, pirtûkên kirîn bi nivîskarên wan dan îmzekirin. Mîhrîcan dê heta şeva 19’ê gulanê bidome. Weşanger û nivîskar, têkildarî mîhrîcanê axivîn û bang li welatiyan kirin ku tev li mîhrîcanê bibin. 
 
Nivîskar Mûstafa Ozer anî ziman ku organîzsyoneke wiha nû li Mêrdînê tê lidarxistin û got: “Heke ev organîzasyon her sal bên lidarxistin, dê gel jî hîn bibe û organîzasyonên dewlemend derkevin holê. Mirov dê bikarin pirtûkan bikirin, bi nivîskaran re bên gel hev û asoya xwe berfirehtir bikin. Lewma organîzasyonên wiha girîng in. Xwedîderketina rayedarên Mêrdînê ya li organîzasyonên wiha girîng e. Ji bo nivîskar kêmasiyên xwe bibînin jî tiştên wiha girîng in.” 
 
Ji Weşanên Vateyê Denîz Gunduz jî destnîşan kir ku zimanê kurdî û zaravayên wî li ber tunebûnê ne û ev tişt anî ziman: “Her ku mirov bi wan nexwînin û neaxivin, xetereya li ser zimanê me jî mezin dibe. Lewma bernameyên wiha girîng in. Divê bêhtir bên kirin û saziyên me bêhtir xwedî lê derkevin.” 
 
PÊŞNIYARA PIRTÛKÊN KURDÎ LI XWÎNERAN KIR 
 
Nivîskar Fatîxan Taşlitunç jî got ku keyfxweşe ku weşanên kurd wiha tên gel hev û xwest ku ev organîzasyon li tevahiya bajarên kurdan bên lidarxistin. 
 
Ji Weşanên Doyê Elîf Şeker jî keyfxweşiya xwe ya ji eleqeya gel anî ziman. Şeker, got ku di mîhrîcanê de pirtûkên nû pêşkeşî xwîneran kirine û nivîskar jî ji bo îmzekirina pirtûkên xwe hatine mîhrîcanê. Şeker, bang li hemû xwîneran kir ku di dawiya hefteyê de tev li mîhrîcanê bibin. 
 
'HAFIZEYA KURDAN ZINDÎ DIGIRE’
 
Jehat Rojhilat jî da zanîn ku piştî TUYAP’ê xwe ji herêmê vekişandî, tevî rêxistinên civaka sivîl dest bi lidarxistina fûarên pirtûkan kirine û got: “Mîhrîcana li Mêrdînê ji bo herêma gavekî ewil e. Divê piştgiriya bi weşanxaneyên kurdî re xurt be. Li gorî min ev organîzasyon dê li tevahiya Kurdistanê belav bibin. Ev 8 sal in em rojên zehmet dijîn. Lewma ev bername girîng e. Weşanxaneyên kurdî hafizeya gelê kurd zindî dihêlin û vê hafizeye digihîne pêşerojê. Rêxistinên civaka sivîl û şaredarî çiqas piştgiriyê bidin, ev organîzasyon dê ewqas baştir bibin.” 
 
Ji Baroya Mêrdînê Veysel Vesek jî anî ziman ku bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî xwestin pêşengtiyê ji bernameyeke wiha re bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Me xwest zimanê kurdî û weşanxaneyên kurdî li Mêrdînê bêhtir berbiçav bin. Dema em niha lê dinêrin dibînin ku em gihiştine armanca xwe. Ev 10 sal in organîzasyoneke wiha li Mêrdînê nehatiye lidarxistin. Lewma weşanxaneyan têkiliya xwe ya bi Mêrdînê re qut kiribûn. Bi saya vê xebatê rêyek hate vekirin. Bi vê wesîleyê em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal