'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’

img
WAN - Endama Komeleya Ronahiyê û nivîskar Xaylaza Reşîd di Sempozyuma Zimanê Kurdî ya li Wanê de axivî û got ku hewldan heye ku kurdên li Qefqasê jî bên asîmîlekirin û got: “Divê li dijî vê hewldanê her kurdek mala xwe veguherîne dibistanê.” 
 
1’emîn Sempozyjma Zimanê Kurdî ku ji hêla Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ve li Wanê tê organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Di rûniştîna îro ya sempozyumê de mijara “Di perwerdeya zimanê dayikê de derfet û pirsgirêk” hatin nîqaşkirin. Moderatoriya rûniştinê ji hêla nivîskar Kenan Soylemez ve hate kilrin. Endama Komeleya Ronahiyê û nivîskar Xaylaza Reşîd, Şiwan Ertîsî ku li Herêma Federe ya Kurdistanê li ser ziman lêkolînan dike û endamê Egîtîm Senê Ahmet Yaşar di rûniştinê de axivîn. 
 
'DIXWAZIN KURDÊN QAFQASAN ASÎMÎLE BIKIN’ 
 
Xaylaza Reşîd bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li Kafkasyayê û wiha got: “Gelekî ku hînî zimanê xwe yê dayikê nebe, dê tune bibe. Gelê kurd ev 300 sal in li Kafkasyayê dijîn. Xeyala kurdan ew e ku zimanê wan bê parastin. Ji bo vê jî kedê didin. Di serdema Yekitiya Sovyetan de 25 nivîskarên kurd ên gewre gihan. Ereb Şemo û Heciyê Cindî çendek ji wan in. Berhemên van nivîskarên me hêj di malên me de ye. Xizmetê ji zimanê kurdî re dikin. Piştî Sovyet ji hev belav bûyî, mixabin koçberî li van helbestvan û nivîskarên me kirin. Hêj îro jî hewldan heye ku kurdên li Kafkasyayê bên asîmîlekirin. Yên herî zêde ji vê pişaftinê bibandor bûyîn jî kurdên li Azerbaycanê ne. Li Ermenistanê jî heman rewş heye. Li dibistanekî Ermenistanê dersên bi kurdî tên dayîn. Li Gurcistanê polîtîkayên pişaftinê mîna li Ermenistan û Azerbaycanê didomin. Divê kurd malên xwe ji bo ziman veguherînin dibistanê. Divê her kes ji bo axaftin û belavkirina zimanê kurdî bikeve nava hewldanan.” 
 
LI BAŞÛR GEFA INGILIZÎ YA LI SER KURDΠ
 
Şiwan Ertîsî jî pergala perwedeya bi kurdî ya li başûrê Kurdistanê vegot. Ertîsî, anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdî polîtîkayên pişaftinê di meriyetê de ne. Ertîsî, wiha domand: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê bi du zaravayan tê axaftin. Behdînî û soranî. Di pergala perwerdeyê de her kes bi zimanê xwe perwerde dibe. Her wiha perwerdeya bi zimanê ingilîzî tê dayîn. Li bakurê Kurdistanê çawa ku kurd li dijî tirkî kurdî hînî zarokên xwe bike, malbatên Başûr jî li dijî ingilîzî kurdî hînî zarokên xwe dikin. Di demên berê de dema li Başûr kurd di jiyana rojane de bi kurdî diaxaftin hinek peyvên erebî di nava axaftina wan de hebûn. Yên wiha dikirin jî weke kesayetên zana dihatin hesibandin. Lê bi demê re ferq kirin ku ev xelete û ev helwest terikandin. Divê kurdî bi awayekî giştî li her çar parçeyên Kurdistanê bê parastin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke herêmekê ye.” 
 
‘PERWERDEYA ZIMANÊ KURDÎ YA DERSA BIJARTE QAÇAX E’ 
 
Lêkolînerê zimanê kurdî û endamê Egîtîm Senê Ahmet Yaşar jî wiha got: “Ev sed sal in zimanê kurdan tê înkarkirin. Bi Islehkirina Şerqê re ji bo kurdî ji holê rakin bi hezaran polîtîkayên pişaftinê xistin meriyetê. Ev polîtîka hêj didomin. Wezareta Perwerdeyê di sala 2013’an di bin navê zimanên dijîn de biryar da ku kurdî weke dersa bijarte bê dayîn. Heke dewlet bixwaze dikare niha vê dersê ji holê rake. Ji ber ku derheqê vê de qanûnek tune ye. Heta em dikarin bibêjin ku perwerdeya bi zimanê kurdî ya li dibistanan tê dayîn qaçax e. Haya malbatan jê tune ye ku derseke wiha heye. Ji ber ku di kaxiza dersên bijarte de kurdî nayê nivîsandin. Li şûna wê dibêje zimanên dijîn.” 
 
Yaşar, got ku dersa bijarte ya kurdî destkeftiyeke mezin nîne û got ku ji bo mezinkirina vê destkeftiyê divê kurd tişta ji dest tê bikin.