Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e

img

WAN - Nivîskar Sîdar Jîr li Wanê derbarê romana xwe ya dawî ku mijara wê “Şerê Kobanê” ye de, bi xwendevanên xwe yê li Wanê re civiya û gotûbêjek li dar xist. 

 
Bi mazûvaniya Komeleya Arsîsayê nivîskar Sîdar Jîr li Wanê derbarê romana xwe ya dawî “Duşema Rengîn” ku mijara wê “Şerê Kobanê” ye de, bi xwendevanên xwe yê li Wanê re civiya û gotûbêjek li dar xist. Gotûbêj li avahiya Komeleya Arsîsayê bi moderatoriya Evîndar Akbulut pêk hat. Di destpêka gotûbêjê de nivîskar Jîr bal kişand ser "Doza Kobanê" ku li gor raya wî ew jî parçeyek ji “Şerê Kobanê” ye û bi zimanekî tund rewşa deredaletî şermezar kir.
 
‘ŞERÊ KOBANÊ KEVIRÊ TAKÊŞÊ YE’ 
 
Sîdar Jîr di berdewamiya gotûbêjê de qala girîngiya berhemên derbarê serdemên krîtîk ên ji bo gelan kir û got: “Şerê Kobanê jî kevirekî takêşê yê dîroka kurdan û Kurdistanê ye. Berhemên hunerî her dem belgeyên zindî yên dîrokî ne. Ji ber vê yekê jî dema berhemên wisa bên afirandin ji gelek aliyan ve divê mirov hesas tev bigerin”.
 
‘WÊJEKAR DIVÊ XIZMETA WELATÊ XWE BIKE’
 
Jîr bal kişand ser ser ziman û helwesta nivîskaran ku divê çavekî wan li civaka wan be lê ji alîyê din ve jî divê çavdêriyeke baş a dinyayî bikin ku berhemên civaka xwe bigihînin hemû dinyayê. Jîr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heger armanca wêjekarekê/î vegotina tenê ji bo civaka xwe be ew hêsan e. Dikare bi gotinên sloganîk jî biqîre lê heger armanc ew be ku derdê civaka xwe bigihîne dinyayê wê demê divê dinyayê bişopîne, nas bike û li gorî wê zimanekî bi kar bîne. Wê demê wêjekarek dikare hem xizmeta welatê xwe û hem jî xizmeta dinyayê bike, ji ber ku nivîskar jî civaka wî jî parçeyekî dinyayê ne û wêjeya wan jî milkê dinyayê ye”
 
Jîr qala hesasiyeta pêvajoya nivîsandina berhema xwe ya bi navê "Duşema Rengîn" kir û bi vegotina xwe re guhdar û xwendevanên li eywana Komeleya Arsîsayê amade bûn hestiyar kir.
 
Di dawiya axaftina Jîr de beşdaran bi pirs û dîtinên xwe piştgirî dan gotûbêjê.
 
Piştî pirs û bersivên nivîskar Jîr pirtûka xwe "Duşema Rengîn/ 3 Kêm 10 Deqîqe" ji bo xwendevanan îmze kir.