Gund Ma tê avakirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ma Music ji bo li kêleka Çemê Dîcleyê bi navê “Gund Ma” gundekî muzîkê ava bike, dest bi xebatan kir. 
 
Ma Music a di 3’yê adara 2017’an de bi dirûşma “Ji bo her kesî, li her derî muzik” hatiye avakirin û wek dibistanekî muzîkê xebatan didomîne projeya xwe ya gundê muzîkê (Gund Ma) ku berî niha hatibû ziman, dê têxe meriyetê. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar têkildarî mijarê bi rojnameya Yenî Yaşamê re axivî.
 
DÊ TELEFON Û WESAYÎT NEBIN 
 
Kanîwar têkildarî xebatê ev tişt gotin: “Xeyalekî me heye. Ji Xeyalê bêhtir xebatekî me heye. Xeyala me avakirina gundekî muzîkê bû. Me ji bo vî gundî ava bikin hin gav avêtin. Dê gundê muzîkê çi bike? Dê gundê muzîkê li kêleka Çemê Dîcleya Amedê nêzî ser sed donim erd were avakirin. Hemû xebatên di bin banê Mayê tên meşandin, dê li wê derê werin meşandin. Herwiha dê kuçeyekî sînema, şano û govendê jî hebin. Malbat dê karibin bi zarokên xwe ve li wê derê bimînin. Dê li we derê hem hilberînin hem dê hînî hunerê bibin û hem jî dê tev li jiyana rûtîn a gund bibin. Dê çandiniyê bikin, amadehiyên zivistanê bikim, bostan av bidin. Dê otobusa gund hebe û wesayîtên taybet nekevin tê de, dê telefonên mobîl nekevin tê de. Em ji axê hatine dûrxistin û em ê dîsa vegerin axê. Dê gundê muzîkê çêbe û dê navê gund jî bibe Gund Ma. Wekî di dirûşma me de jî hebû, tenê gund man. Bi Gund Mayê armanca me hilweşandina bajaran nîn e, mayîndekirina çanda gundan e.
 
KAMPANYAYA 6 MEHAN 
 
Me dest bi xêzkirina avahisaziyê kir. Dê di avakirina gund de beton neyê bikaranîn. Em ê di tevahiya cîhanê de kampanyayekî 6 mehan bidin meşandin. Dê nûçeya we di heman demê de bibe deklerasyona me. Armanca me “milyenek kes, milyonek kevir” e. Ma ji bo zarokên kurdan milyonek kes nîn in ku em milyonek kevir kom bikin. Em ê bêjin ‘Kerem bikin, hûn jî kevirekî bistînin.’ Armanca me ji komkirina pereyan bêhtir, xwe gihandina milyenek mirov û avakirina ferasetê ye. Em ê piştî 6 mehan dest bi avakirina gund bikin. Êdî em ê ne ji Ma Muzîkê biçin gund, em ê ji gund bên bajaran.”