Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye

img

ŞIRNEX - Li Cizîrê li ser deriyê Medreseya dîrokî ya Mîr Abdaliye zêdeyî 2 sal in nivîsa "Ji ber xirabûnê girtî ye" heye û her ku diçe dîwar hildiweşe. Tevî vê nivîsê jî heta niha tu tevdîr û xebatên restorasyonê nehatine kirin.

Medreseya Abdaliye ku li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê ye û li ser sûrên bajêr ji aliyê Mîrê Cizîrê Abdullah Îbn Seyfeddîn Botî ve hatiye çêkirin û dîroka çêkirina wê digihijê sala 1437'an. Medrese heta niha di gelek guhertinan re derbas bûye. Di heman demê de, demekî di medreseyê de  fêrgeha xwendekar û mamosteyan jî hebû. 
 
Ji ber derzên mezin ên li dîwar, hêla wê ya li aliyê Taxa Sûrê li ber ketinê ye û fikar ew e ku bibe sedema xetereyeke mezin. Lêbelê balkêş e ku ev 2 sal in li ser deriyê medreseyê "Ji ber xirabûnê girtî ye" heye. Lêbelê tevî 2 salên derbasbûyî jî tu tedbîr nehatine girtin û heta roja îro nehatiye restorekirin. Niha jî li dora derî xêz hatiye kişandin û tu mudaxele nayê kirin. 
 
Di nava rojê de jî medrese ji aliyê bi dehan kesan ve tê ziyaretkirin.