Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin

img

STENBOL - Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê hemû xwendevanên xwe vexwendin çalakiya piştevaniyê ku dê di 2'ê hezîranê de li dar bixin.

Rojnameya Yenî Yaşamê ku yek ji parêzvanên kevneşopiya Çapemeniya Azad e, wê di 2'yê hezîranê de çalakiya "Yenî Yaşam di 6 saliya xwe de bi xwînerên xwe re dicive" li dar bixe. Çalakî wê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Baglarbaşi ya Uskudarê bê lidarxistin. Çalakiya ku wê saet di 19.00'an de dest pê bike, wê bêheq be. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Baran Bozyel û muzîkjen Kasim Taşdogan wê derkevin ser dikê.
 
WÊ SEBAHAT TUNCEL BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BIBE
 
Ji bo çalakiya ku wê bi armanca hevdîtin û hevgirtina bi xwîneran re bêlidarxistin, ji pêkhateyên cuda gelek kes hatin vexwendin. Siyasetmedar Sebahat Tuncel ku di çarçoveya Doza Kobanê de hatibû girtin û di danişîna biryarê ya dozê de serbest hat berdan jî, wê beşdarî çalakiyê bibe. Tê payîn ku siyasetmedar Gultan Kişanak ku ji heman dozê hat berdan jî ji bo çalakiyê peyamekê bişîne.
 
Ji xebatkarên rojnameyê Ercan Kaplan û Kader Dag, hemû derdoran vexwendin çalakiya piştevaniyê. 
 
ÊRIŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD
 
Ercan Kaplan bal kişand ser zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad û got ku nûçeyên rojnamevanan dibin mijara sûcdariyê. Kaplan bi bîr xist ku herî dawî 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatine binçavkirin û diyar kir ku binpêkirinên li hemberî rojnamevanên girtî didomin. Kaplan wiha domand: “Hevalên me di bin tecrîdê de ne, jimariya li ser lingan li wan tê ferzkirin. Gelek binpêkirinên mafan hene. Dema li wan mêze dikin; dizanin bê rola Çapemeniya Azad a di nava civakê de ye. Ji ber vê jî tim zextan pêk tînin." 
 
‘EM HÊZA XWE JI GEL DISTÎNIN'
 
Ercan Kaplan
 
Kaplan destnîşan kir ku ew parastvanên kevneşopiya Çapemeniya Azad in û got: "Em tenê dikarin bi gel re hebin û mezin bibin. Ji ber vê yekê divê gel li hemberî van êrîşan mil bide milê hev. Ev ne tenê têkoşîna me ye. Em parçeyeke gel in."
 
Kaplan hemû xwendevanên rojnameyê vexwend çalakiyê û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê. Kaplan got: “Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin, ancax em dikarin bi gel re bibin yek û bihêz bibin. Ji ber vê yekê pêwîst e gelê me girîngiyê bide çalakiyên bi vî rengî." 
  
‘YENÎ YAŞAM DENGÊ JINAN E'
 
Kader Dag
 
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Kader Dagê jî diyar kir ku Çapemeniya Azad dengê bindestan, jinan û hemû beşên civakê ye. Dagê bilêv kir ku hevgirtin girîng e û xwest her kes beşdarî şevê bibe û got: "Em li benda hemû gelê xwe ne ku beşdarî çalakiya me ya 2''ê Hezîranê bibe."