Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me

NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji kesayetên navdar ê muzîka Kurdî Hozan Şemdîn albuma xwe ya bi navê “Zozanên Me” ku 12 stran tê de berhev kirine, pêşkeşî muzîkhezan kir. 
 
Hozan Şemdîn albûma xwe ya nû 'Zozanên me' pêşkêşî muzîkhezan kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) albûm ji aliyê ART Recordsê ve hate weşandin û ji 12 stranan pêk tê: "Meymokê", "Teştyano", "Lor Loriyê", "Serayê", "Leylê", "Dimdim e", "Zozanên Me", "Remzê", "Mîran", "Hespê Begzade", "Ser Sîpanê" û "Kaniya Hêlê".
 
Ji bilî strana “Zozanên me” hemû stran gelêrî ne û ji aliyê Hozan Şemdîn ve hatine berhevkirin. Mînak; klama 'Ser Sîpanê' ya ji herêma Colemêrgê ji Fehîma Berwarî hatiye wergirtin, 'Hespê Begzade' jî stranek ji herêma Colemêrgê ye, çavkaniya xwe jî Gulê Deştanî ye. Hunermend di vê albûmê de cih daye berhemên dengbêjiyê yên ji herêmên Serhed, Botan, Behdînan, Çarsenceq, Rojava û Mêrdînê.
 
ARŞÎVA HOZAN ŞEMDÎN
 
Hozan Şemdîn di navbera salên 1998 û 2018'an de 20 salan bernameya dengbêjiyê amade kir û arşîveke mezin ava kir. Ev arşîv ji bo hunermendên kurd bû çavkaniyeke girîng ku ji tecrûbe û berheman sûdê werbigirin. Hunermend vê carê ji arşîva xwe albûma “Zozanên me” amade kir.
 
Di albûmê de gelek kesayetên girîng bi Hozan Şemdîn re xebitîn. Memo Gul aranjeya albûmê kir; Serhad Çarnewa û Tûran Yapiştiran di vokalê de ne, Dilovan stran hilbijart, Yasîn Boyraz jî bi bilûra xwe tevli vê ahengiyê bûye. Her wiha Mûrat Bakrak (Perkusyon), Mazlûm Rewşen (Tomar Mîx û Klasîk Gîtar), Kemal Ceylan (Mey-Zirne), Şervan Ayaz (Keman) û Bulent Kiliç (Grafîk) tev li albûmê bûn.
 
“ZOZANÊN ME” KU BÛ NAVÊ ALBÛMÊ
 
 
 
Di albûmê de tenê strana “Zozanên me” gelêrî nîne. Ev strana ku bi rengê govendê û rîtma giraniya Serhedê de ye, gotin û muzîka xwe ya Hozan Şemdîn e. Hunermend sedema lêkirina vî navî ya li albûmê ji ANF'ê re vegot: “Di vê stranê de min qala zozanên li Îdir, Sînekê, Elegez û Axmxanê kir. Gelî, çem, zozan, çiyayên Kurdistanê ji bo hunermend, helbestvan û çîrokbêjan her tim bûne çavkaniya sûdwergirtinê. Di vê stranê de min qala zozanan kir ku di zarokatiyê de çûbûm wan deveran. Ji aliyê rîtm, meqam û naverokê ve bi berhemên din ên albûmê re di nava ahengiyê de ye. Ji ber vê yekê jî me biryar dan ku li albûmê bi cih bikin.”
 
 
 
KLÎBA DESTPÊKÊ YA ALBÛMÊ: MEYMOKÊ
 
 
 
Hozan Şemdîn bi wesîleya Cejna Newrozê çûbû Kurdistanê û li Çiyayê Qendîlê konserek dabû. Piştî konserê jî serdana Kampa Mexmûrê kir û li vê derê ji bo strana destpêkê ya albûmê 'Meymokê' klîbek amade kir. Klîb li malpera YouTube ya ART Recordsê hate weşandin. Strana 'Meymokê' ya herêma Botanê ye û ji aliyê Pîr Êzdîn ve hatiye berhevkirin. Di nava kişandina klîbê de li Kampa Mexmûrê 50 kesên ji Koma Meryem Xan, Stêra Zêrîn, Tevgera Ciwanên Mexmûrê û karên çand û hunerê yên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê cih girtin.