Ji Weşanên Aryen û Sînê 4 pirtûkên nû derçûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Weşanên Aryenê yek jê bi kurdî, 3 pirtûkên nû derçûn. Pirtûkan zarokan a bi navê “Adarok” jî ji Weşanên Sînê derçû.
 
Weşanên Aryenê di çarçoveya roman, helbest û nivîsên giştî de yek jê bi kurdî 3 pirtûkên nû derxistin. Nivîsên giştî yên Mûrat Turk ê ji sala 1995’an de di girtîgehê de ye û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne, bi navê “Yagmûr Piyanosû”, Denîz Çinar pirtûka xwe ya bi navê “Sekeret” û Welat Esen jî pirtûka xwe ya bi navê “Siwarên Dêmanî Siya Sêdaran” a ji helbestên kurdî  pêk tên derxistin. Pirtûkên derketine li pirtûkxane û ser pilatformên online tên firotin. Pirtûka Mehmet Nûrî Taniş a ji bo zarokan re bi navê “Adarok” amade kiriye jî ji Weşanê Sînê derçû. 
 
'YAGMÛR PIYANOSÛ'
 
Mûrat Turk berî niha pirtûkên “Bogurtlen Zamani 1 Arayış” (Dema Dirîreşkan 1 Lêgerîn), “Bogurtlen Zamani 2 Bûlûşma” (Dema Dirîreşkan 2 Hevdîtin), “Koprudekî Duşman” (Dijminê Ser Pirê) ji Weşanên Aramê; pirtûka “Sû da Sûsar” (Av jî tî dibe) ji Weşanên Klarosê;“Yalnızlığın Sinirinda” (Di sînorên Tenêtiyê de) û “Kirmizi Patîka” (Şiverêya Sor) ji Weşanên Aryenê derxistiye, pirtûka xwe ya nû a bi navê “Yagmûr Piyanosû” jî ji Weşanxaneya Aryenê derxist. Yagmûr Piyanosû ji 494 rûpelan pêk tê û ji beşên “Têkildarî zarokan, helbest, roportaj, krîtîkên pirtûkan, lêkolîn-cerabe, bîranînên gerîla û derbarê girtîgehê pêk tên. Mûrat Turk ê ji sala 1995’an ber bi îro ve di girtîgehê de ye û di Girtîgeha Tîpa S ya Doşemealtiya Antalyayê de tê ragirtin û tê payîn ku dê di sala 2025’an  de piştî 30 salên girtî were berdan. 
 
'SEKERAT'
 
Romana Denîz Çinar a bi tirkî hatiye nivîsandin ji 520 rûpelan pêk tê. Di bergeya piştê a pirtûkê de wiha hatiye gotin: “Tam sekerat e. Anku di doşeka mirinê de têkoşîna jiyanê. Lê belê ev sekerat cuda ye. Dema mirov dikevin sekeratê, canê xwe didin û jê xelas dibin. Sekerata hinekan dirêj e ya hinekan kin. Lê belê dawiyekî wê heye. Dawiya sekerata evînê nîn e. Tu tim di sekeratê de yî. Ne baş dibî û vedigerî ser halê xwe yên berê ne jî canê xwe didî û jê xilas dibî. Tu dûrî jiyanê yî, nêzî mirinê yî lê belê namirî. Bi qasî ku namirî jana te zêde dibe. Carna mirovên di sekeratê de jî dibên qey baş dibin. Yên derûdorên te dibêjin qey tu ji sekeratê xelas dibî. Lê belê ev xapandinek e. Ezraîl hêvî dide, hêviyê dişkîne. Ez dixwazim çi bêjim tu dizanî? Ev têgeh ji rastiya me herduyan re xweş tê.”  
 
'SIWARÊN DÊMANÎ SIYA SÊDARAN'
 
Pirtûka bi navê "Ev Rû Ev Xerîbî" a Welat Esen ku di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya ya sala 2021’an de bûbû yekem, ji Weşanên Sor derçûbû. Pirtûka Esen a pirtûka “Topa Xwedê” ji Weşanên Aryenê derçûbû û pirtûka bi navê “Siwarên Dêmanî Siya Sêdaran” jî careke din ji Weşanên Aryenê derçû. Esen di sala 1973’an de li navçeya Dêrika Mêrdînê hate dinê û sala 1995’an ber bi îro ve di girtîgehê de tê ragirtin.
 
‘ADAROK’
 
Pirtûka Mehmet Nûrî Taniş a bi navê “Adarok” a zarokan ji Weşanên Sînê derçû. Taniş di sala 1875’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hate dinê û ji sala 1999’an ber bi îro di girtîgehê de tê ragirtin. Taniş ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Kayseriyê tê ragirtin, pirtûka xwe ya bi navê “Adarokê” di şexsê Evrîm Demîrê de diyarî hemû zarokên li welatê xwe de dijî dike. Wêneyên di pirtûkê de Bîlal Karagoz xêz kirin. Piştûk ji 80 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de ji bo hin peyvan ferhengokeka kurd-tirkî jî hatiye amadekirin.