Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 337’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Ev destpêk e’ derket û bal kişand ser meşa ku ji Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dest pê kirî û dê heta Colemêrgê bidome. 
 
Rojnameya  Xwebûn di hejmara 337’an de cih da çalakî û têkoşîna gelê kurd a dijî tecrîd û qeyûman. Rojnameyê li ser armanca meşê û têkiliya tecrîd, qeyûm û şerê li Kurdistanê bi parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak re axivî. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi kirmanckî cih da analîsa li ser komkujiya Sêwasê. Rojnameyê di rûpela jinan de jî cih da nivîsa Eylem Şoreş a bi sernavê “Şer û revakirina şîdeta li dijî jinan” û bal kişand ser bandora şer û tundiya li ser jinan.