Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin

STENBOL - Endamên Koma Hevrayê ku behsa girîngiya govendên kurdî kirin, gotin: "Em bi her awayî xwedî li dîlanên xwe derkevin. Govendgerandin awayê berxwedana me ye." 
 
Piştî li ser hesabên medyaya sanal kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hedef hatin nîşandan, binçavkirin û girtin dest pê kirin. Li Mêrsîn, Agirî, Stenbol, Sêrt, Êlih, Colemêrg û Amedê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. 
 
ÇETÎN: DIXWAZIN ÇANDA KURDÎ TUNE BIKIN
 
Endamên Koma Hevrayê ku li Stenbolê xebatên çand û hunerê dimeşîne, krîmînalîzekirina stran û govendên kurdî nirxandin. Fatma Çetînê anî ziman ku ji roja avabûna komarê heta niha polîtîkayên çewisandin û asîmîlasyonê yên li ser kurdan berdewam dikin û got ku armanca sereke ya van polîtîkayan tunekirina çand û hunera kurdan e.
 
Çetînê got: "Çanda me, hunera me, zimanê me, stranên me, govendên me nasname û sedema hebûna me ne. Tirkiye di warê mazûvaniya gel û çandên cuda de cihekî dewlemend e. Eger em îro li dijî van êrişên li dijî çanda kurdî û kurdan dengê xwe dernexin, wê hişmendiya 'yek ziman, yek dewlet, yek netewe' bi ser bikeve û ev gel û çandên cuda wê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Ji bo vê jî divê em çand û hunera xwe biparêzin."
 
Baran Sunbul diyar kir ku govenda ku tê xwestin bê krîmînalîzekirin ji bo kurdan gelekî girîng e û bal kişand ser aliyê wê yê dîrokî. 
 
'BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET ÊRIŞ DIKE'
 
Sunbul da zanîn ku di êrişên dawî de nirxên kurdan yekser hedef hatine girtin û ji nirêxn hedef tên girtin yek jê jî govend e. Sunbul got: "Êrişên li dijî saziyên di warê azadî û bîrdoziyê de têdikoşin, jixwe tim tên kirin. Ev desthilata faşîst a ku ji parlamaneteran heta hevserokan girtina her kesî kirieye hedef, tu itş nemaye êriş nekiriye. Ji lew re êrişî her tiştê kurdan dike. Tenê tiştek maye ku pêşî li têkkoşşîna gelê kurd bigire; polîtîkayên şerê taybet. Bi vê dixeaze gelê kurd û ciwanên kurd teslîm bigire. Her kes dizane ku çavkaniya moralê ya herî mezin a kurdan govend e. Lewma bi polîtîkayên şerê taybet êrişan pêk tîne. Radibe strana 'Ez bimirim Tirkiye' bi ciwanên ku govendê gerandin diden guhdarîkirin." 
 
BAYDOGAN: CIWANÊN KURD HEDEF TÊN GIRTIN
 
Edanûr Baydoganê diyar kir ku bi rêya medyaya sanal operasyon tên kirin û got: "Govend, ji dîroka me tê û hema bêje her roj li her derê govend tên gerandin. Lê bi van girtinan dixwazin ciwanên kurd bitirsînin. Tişta ku pergal dixwaze ev e; 'Bila kurd govendê bigerînin, lê bila dirûşmeyan berz nekin.'" 
 
Baydoganê biryarên darazê yên der barê dirûşmeya "Bîjî Serok Apo" ya ji bo girtina hin ciwanan wekî hincet hat bikaranîn bi bîr xist û destnîşan kir ku ev girtin ne hiqûqî ne. Baydoganê got: "Xuya ye ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li gor hiqûqa xwe hereket nake û van qanûnan li dijî gelê kurd bi kar tîne. Em ê jî li dijî vê bi her awayî xwedî li çanda xwe derkevin." 
 
DOGAN: DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN
 
Zeynep Doganê jî got: "Êrişa qirkirina çandî ya topyekûn, li dijî gelê kurd tê meşandin. Divê em bi tevahî bersivê bidin wan û li ber xwe bidin. Divê faşîzma AKP-MHP'ê bizane ku wê govenda me, heya em govenda şoreşê bigerînin wê bidomin."