Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan

img
ÊLIH –  Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku di Şevbuhêrka Dengbêjan de axivî, got: "Mafê her kesî ye ku zimanê xwe yê dayikê biparêze." 
 
Şaredariya Êlihê di çaçroveya xebatên parastina mîrateya çandî de bernameyeke Şevbuhêrak dengnêhan li dar xist. Çalakî li Mala Dengbêjan a şaredariyê hat lidarxistin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê anî ziman ku ji bo çanda kurdî li her hemû qadên jiyanê belav bikin ddixebitin û got: "Li ser kurdî, çanda kurdî û nasnameya kurdî êrişeke mezin heye. Li Êlihê 3 jinên ciwan sirf ji ber ku govend gerand hatin girtin. Li gelek bajaran nivîsên kurdî hatin jêbirin. Xeatên me yên pirzimanî tamûl nakin. Mafê her kesî ye ku zimanê xwe yê dayikê biparêze." 
 
Di bernameyê de dengbêj Perîxana Şirnexî, Evdilê Koçer, Evdilezîzê Koçer, Heyderê Xiyî û Salihê Qubînê kilam gotin.