Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Encama Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat diyar bûn. Xelatên kesên di pêşbirkê de bi ser ketin hatin dayin. 

Rojnamevan Denîz Firat di 8’ê tebaxa 2014’an di encama êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da. Bi vê boneyê ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve şeş sale Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin. 6’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat diyariyê “Şehîd Sara Hogir Riha, Bîşeng Birûsk û Seyîd Evren” hate kirin.
 
Ji bo dayina xelatan, bi pêşengiya YXA’yê li Eywana Konferansê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) toren hat lidarxistin. Li gel malbata Firat, beşdarvanên pêşbirkê, endamên jûriyê, nûnerên saziyan û bi sedan mêvan tev li bûn. Merasîma dayina xelatan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Komîteya Amadekar a Pêşbirkê Medenî Îlham ve hat kirin. Îlham, wiha got: “Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve ji sala 2015’an vir ve ji bo zindîkirin û jiyankirina Rojnameger Denîz Firat her du salan carek tê li dar xistin. Pêşbirkên bi vî awayî ji bo zindîkirina biranîna şehîdên me xwedî girîngiyek mezin e. Şehîd Denîz Firat tevahî jiyana xwe ji bo eşkerekirina heqîqeta gelê Kurd feda kir û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da.”
 
SÎNEVÎZYON HAT P^ŞEANDAN
 
Piştî axaftina vekirinê Sînevîzyona ku li ser berxwedan û têkoşîna Deniz Firat, Sara Hogir Riha û Bîşeng Birûsk hatibû amadekirin hat nîşandan.
 
Piştre jî kesên di beşên cuda de xelat wergirtin û navên berhemên wan hatin eşkerekirin: 
 
Beşa Kurdî (Kurmancî) - Çîrok;
 
1’emîn: Ahmed Çelîk (Mêrdîn) - Xezalê.
 
2’yemîn: Bedrî Adanir (Amed) - Kevir.
 
3’yemîn: Leyla Saraç (Hezex a Şirnexê) - Karwanê Meytan.
 
Beşa Tirkî - Çîrok
 
1’emîn: Mûrad Bakur (Medya Haber Tv) - Zilanın Rüyası (Xewna Zîlanê)
 
2’yemîn: Eylem Kahraman (Dêrsim - Doseldurf) - Zirvede bir kartal öyküsü (Li lûtkeyê çîroka bazekî) 
 
3’yemîn: Salih Erol (Sason a Êlihê) - İsmail’in Vedası (Xatirxwestina Îsmaîl)
 
Helbest Beşa Kurdî - Kirmanckî
 
1’emîn: Ahmed Çelîk (Qoser a Mêrdînê) - Ez kî me? 
 
2’yemîn: Leyla Saraç (Hezex a Şirnexê)  - Helbest
 
3’yemîn: Rojîn Bayram (Mexmûr) - Ey dîrok.
 
Helbest Beşa Kurmancî - Soranî
 
1’emîn: Hawta Cabar (Silêmaniye - Dihok)  - Xemî em evîneyî to qone.
 
2’yemîn: Hawta Cabar (Silêmaniye-Dihok) - Yadgarî warê me.
 
3’yemîn: Siware Şaho (Şengal) - Helbestêk bo emranî rêgayî azadî.
 
Helbest Beşa Tirkî
 
1’emîn: Rojhat Banyan (Rojava) - Gizlenen Tarih (Dîroka tê veşartin).
 
2’yemîn: Leyla Tekoşîn (Wan) - Yedî defa dilek diledim ay ışığında (Di ronahiya hîvê de min heft caran mirad kir) 
 
3’yemîn: Murşît Sarrut (Tetwan a Bedlîsê) - Gel hayata (Were jiyanê).
 
Beşa Wênekêşiyê
 
1’emîn: Siware Şaho (Şengal)  - Wêneyê kalê dikene.
 
2’yemîn: Keder Tayboxa (Mexmûr)  - Şînbûna gula zer bi tene.
 
3’yemîn: Hêlîn Avaşîn (Mexmûr) - Wêneyê roj û vedana rojê li ser avê.
 
Piştî hunermendên Navenda Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn derketin ser dikê, merasîma xelatdayinê bi dawî bû.