Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn

img
ENQERE - Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên nû yên bi kurdî derçûn.
 
Pirtûka bi navê “Aşê Dînan a Abdullah Ongulu û pirtûka helbestê ya bi navê “Kolanên Birîndar” a Necmettîn Tûral ji Weşanên Aryenê derçûn. 
 
DI HELBESTAN DE MIJARA EVÎNA KURD
 
Tûral ê di sala 1973’an de li Êlihê hatiye dinyayê ji ber sedemên siyasî di sala 1993’yan de hate binçavkirin û piştre hate girtin. Di pirtûka “Kolanên Birîndar” a Tûral de ku 30 salan di girtîgehê de hatiye ragirtin 39 helbest hene. Mijara helbestan bi giranî meseleyên civakî ne û di nava van meseleyan de mijarên wekî evîn, hevaltî tê honandin. Di giraniya helbestan de evîna kurd û Kurdistanê mijara sereke ye.  
 
AŞÊ DÎNAN
 
Pirtûka bi navê “Aşê Dînan” a girtiyên nivîskar Abdullah Ongulu ku ev 29 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, bi ser geşedanên li Kurdistanê hatine jiyîn sekiniye û van geşedanan, wek çîrokî, kenokî  û ramanên dide hizirandin girtiye dest. Nivîskar derbarê pirtûka xwe de ev tişt gotine: “Hinek tişt hene ku hûn nikarin wan hilbijêrin, ew we hildibijêrin. Nivîsandin jî yek ji van tiştan e. Balkêş e ku êş û azar bi xwe re encamên kenokî jî tînin. Di malzaroka êşan de pêkenî, wek mudaxileya nefsî tê tepisandin û di nava demê de winda dibe. Dema min dest bi nivîsandinê kir, min ferq kir ku çîrok bang li hev dikin. Tu ji salika çîrokan yekê derdixî, wê bi mirovekî xerab re navêjî, li şûna wê yekî din tê. Di salên borî de gelek kevir di paşila min de kom bûbûn û êdî li min giran dihatin. Bi hêviya ez serê hinekan bişkînim, min wan ji rast û çepê xwe ve avêtin...”