Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir

img
MÛŞ - “3’yemîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê” ku dê li navçeya Gimgimê 4 rojan berdewam bike, dest pê kir. Di vêkirinê de peyama piştevaniyê û bi hev re serkeftinê hate dayîn.  
 
“3’yemîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê” ku li Gimgimê ji aliyê şaredariyê, Mekanê Xizir ê Gimgimê, Komeleya Parastina Xwezayê, Komeleya Gimgimê ya Berlînê û Komeleya Gimgimê ya Rhermaîn ve tê lidarxistin dest pê kir. Mîhrîcana ku bi dirûşmeya “Em bi baweriya xwe biîqrar, bi xwezaya xwe biriza, bi zimanê xwe biberxwedêr, bi vîna xwe bihêz in” dest pê kir dê 4 rojan bidome. 
 
Merasîma vekirinê ya li qada navçeyê hate lidarxistin bi dahol û zirneyan û govendan dest pê kir. Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydin, Serokê Komeleya Parastina Xweza û Mekanê Xizir ê Gimgimê Îmam Balsever, endamê Komîsyona Baweriyê ya Federasyona Yekitiyên Elewî ya Ewropayê Narîn Gulçîçek Ana, Serokê Komeleya Gimgimê ya Franfurtê Atîlla Guneşer û gelek kes beşdar bûn. 
 
‘HETA KU EM BI HEV RE BIN EM Ê BI SER KEVIN’
 
Serokê Komeleya Parastina Xweza û Mekanê Xizir ê Gimgimê Îmam Balsever ê ewilî axivî, wiha got: “Mîhrîcana me di 2 salên ewil de gelek bicoş derbas bû. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku hemû saziyên me jî di nava vê organîzasyonê de bin. Heta ku em bi hev re bin em ê serbikevin. Heke em bikarin bên bahev, em dikarin piştevaniyê dirêj bikin. Heke niyet nebe, Xizir jî nabe alîkar. Ji bo ku em vê rêyê bidomînin divê em xwedî li çanda xwe derkevin.”
 
‘DÊ BIBE WESÎLEYA BIDAWÎBÛNA BÊDENGIYÊ’ 
 
Pişt re Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydin axivî û wiha got: “Hêviya me ew e ku ev mîhrîcan hindik be jî dê ji bidawîbûna bêdengiyê re bibe amûrek. Îsal li Gimgimê 3 aktîvîteyên me çêbûn, heke em van di bin banekê de kom bikin dê biwatetir û berhemdartir bibe. Daxwaza me ew e ku em salên di pêş de vê yekê pêk bînin. Em ê weke şaredariyê her tim piştgiriyê bidin aktîvîteyên wiha.”
 
Serokê Komeleya Gimgimê yê Frankfûrtê Atîla Guneşer jî wiha got: “Di dixwest ku hemû civak li vir bûya. Em dixwazin di aktîvîteyên wiha de civak bi hev re bibe lê em di vê mijarê de kêm man. Hêvî dikim ku em bikarin vê girseyî di bernameyên pêş de zêde bikin.”
 
‘ZIMANÊ XIZIR ZIMANÊ BAWERIYA ME YE’ 
 
Endamê Komîsyona Baweriyan a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Narîn Gulçîçek Ana jî wiha got: “Zimanê Xizir, zimanê baweriya me ye. Ji ber vê yekê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Heke mezinên me heta îro bi zor û zehmetiyan li ser vê rêyê dewam kiribin, berpirsyariyeke me heye ku em vê baweriyê ji cihê lê mane bidomînin. Dema min weke dayikekê xizmet kir, kesên li dijî derketin çêbûn. Lê kesa ku loqmeyê dipijîne, xizmetê dike, parve dike û zarok çêdike dayik e. Ji ber wê yekê divê em van nîşanî zarokên xwe bidin û girêdayî rêya xwe bimînin. Bila heq xizmeta me qebûl bike.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, beşdarvanên mîhrîcanê bi girseyî serdana turbeya Pir Seyîd Nesîmî kirin.