Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike

img
MÛŞ - 3’eymîn Festîvala Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike. Îro serdana gundan hat kirin û di serdanê de peyamên yekitiyê û têkoşîna li ber êrişên ser elewîtiyê hatin dayîn. 
 
Şaredariya Navçeya Gimigimê ya Mûşê, Komeleya Mekanê Hizir a Varto-Gimgim û Parastina Xwezayê, Komeleya Gimgimê ya Berlînê û Komeleya Rhermain a Gimgimê îsal 3’yemîn Festîvala Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê li dar dixin. Festîval di roja duyemîn de berdewam dike. Di çarçoveya festîvalê de serdana gundan û cemxaneyan hat kirin. Mêvanên festîvalê ewilî çûn gundê Qûrçikê yê Gimgimê û bi gundiyan re civiyan. 
 
Huseyîn Ozmen ê ji gund di serdanê de axivî û behsa dîrok û şûnwarên pîroz ên gund kir. 
 
Serokê Komeleya Çand, Civak û Alîkariyê ya Cemxaneyê Zafer Boztaş jî axivî û da zanîn ew wek ciwanên gund xwedî li zimanê dayika xwe û çanda xwe derdikevin û daxwaza wan yekitî û hevgirtin e. 
 
Serokê Komeleya Çandê ya Alevî Bektaşî ya Îzmîrê Mûrat Aslan jî da zanîn ku wê baweriya elewîtiyê bi têkoşînê bi ser bikeve. 
 
‘EM NEQEDIYAN’ 
 
Pîr Hazir Alî Beyzayildirim jî bal kişand ser girîngiya dergehên elewâitiyê û destnîşan kir ku her çiqas dewletê xwest wan asîmile bike û biqedîne jî lê ew neqediyan û hin bêtir hişyar bûn. 
 
Piştî axaftinan loqme hatin belavkirin. Festîval dê bi panel û konseran berdewam bike.