Mîhrîcana Gimgimê bi dawî bû

img
MÛŞ - “Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê” ku îsal cara sêyemîn tê lidarxistin, bi serdana meqamê Kaniya Xizir û parvekirina loqmeyan bi dawî bû. 
 
“3’yemîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê” ku li Gimgimê ji aliyê şaredariyê, Komeleya Parastina Xwezayê û Mekanê Xizir a Gimgimê,  Komeleya Gimgimê ya Berlînê û Komeleya Gimgimê ya Rhermaîn ve hate lidarxistin bi dawî bû. Di roja dawî ya mîhrîcanê de li meqamê Kaniya Xizir dua hatin kirin. Hevşaredarên Gimgimê, rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de ewilî Huseyîn Turkudenîz lawje gotin. 
 
Pişt re Pîr Hazir Alî Beyazyildirim axivî û wiha got: “Em ne ji bo axaftinê hatin vir, em ji bo xizmetê hatin. Xizir bê meqame û li her derê cîhanê alîkariyê dike. Piştî axaftinan careke din lawjê hatin xwendin. 
 
QALA GIRÎNGIYA BIHEVREBÛYÎNÊ HATE KIRIN 
 
Hevseroka Komeleya Parastina Xwezayê û Mekanê Xizir a Gimgimê Ulku Karagol, girîngiya bihevrebûyînê destnîşan kir. Hevserokê din Îmam Balsever jî diyar kir ku divê mekanên pîroz paqij bên hiştin û neyên texrîbkirin û ev tişt hate gotin: “Ne hesane ku ev mîhrîcan were lidarxistin. Bi hewldan û loqmeyên canan ev mîhrîcan tê lidarxistin. Rê ya ocaxên me ye û em girêdayî rê ne. Baş e ku pîran û dayikan ev rê heta îro anîn û em jî didomînin. Em 3 sal in vê mîhrîcanê dimeşînin û tişteke ku ji me re neyê gotin nema. Dibe ku kêmasiyên me xeletiyên me çêbibin.” 
 
Piştî axaftinan gulbeng hatin xwendin. Piştî parvekirina loqmeyên qurbanê bername bi dawî bû.