Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan

img
WAN - Şahiya “Çîrokên Muzîkal” a ji hêla çîrokbêj Ayhan Erkmen ve hatiye amadekirin û tê pêşandan, dê di 9’ê îlonê de li Qada Kentê ya Wanê bê pêşandan. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê DEM Partiyê de ye, ji bo domandina kevneşopiya çîrok û dengbêjiyê dê di 9’ê îlonê de li Qada Kentê ya Wanê şahiya “Çîrokên Muzîkal" li dar bixe. Çîrokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Hediye Kalkan û Kerîmê Jîrkî dê beşdarî şahiyê bibin.
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Şahiya “Çîrokên Muzîkal” ku ji hêla çîrokbêj Ayhan Erkmen ve tê amadekirin û pêşkeşkirin, dê saet di 19.00’ê de li Qada Kentê ya bajar bê lidarxistin. Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin bang li her kesî kir ku tev li şahiyê bibin.