Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin

img
AMED - Xwendekarên ji qursa kurmanckî ya MED-DER’ê mezun bûn, belgeyên xwe bi merasîmekê girtin.
 
Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), belgeyên zarokên ku ji qursên kurmancî, kirmanckî û muzîkê mezûn bûn bi merasîmê dan. Zarok bi malbatên xwe tevli bernameyê  bûn. Zarokan stran gotin û malbatan jî bi zarokên xwe re gotin.
 
Zarokên mezun bûn belgeyên xwe girtin. Piştî belgeyan koma erbanê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dîkê. Stranên Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin.